KBDH: Em sozê didin Denîz; wê şoreş pêk were

Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Jinan (KBDH) diyar kir ku wê hesabê qetilkirina Denîz Poyraz bipirsin û got, "Em soz didin Denîz; wê şoreş pêk were."

Di daxuyaniya KBDH'ê de hate gotin, "Gelên Tirkiye û Bakurê KUrdistanê di 17'ê Hezîranê de şahidî ji komkujiyeke nû re kirin. Hedefa vê carê ya komkujiyan Kurdek, jinek, şoreşgerek bû."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê di nava krîzeke mezin de ye, li gel hemû hewldanan nikare xwe ji nava krîzê derxîne û hate gotin, "Bi tirsê, zextê, êşkence û komkujiyê hewl dide girseyên gel bitepisîne, hêzên demokratîk û şoreşger ên alternatîfa xwe biqedîne û bi vê daxwazê tevdigere. Qetilkirina Denîz Poyraz jî nîşaneya eşkere ya vê daxwazê ye. Lê belê daxwaz wê bi cih neyê. Ji ber ku sîstema riziyayî û desthilatdariya faşîst teşhîr bûye, hêrsa gelan mezin bûye."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Denîzek çû, bi hezaran Denîz wê bê. Hesabê Denîz wê ji aliyê bi hezaran Denîzan ve bê pirsîn. Bi navê KBDH'ê em sozê didin Denîz ku wê şoreş pêk were. Em ê hesabpirsîna ji kujerên wê ji sibehê re nehêlin, derba dawî li faşîzmê bixin û têkoşîna xwe ya azadiya jinê bi ser bixînin.

Ji bo bersiva li qetilkirina Denîz em ê li her qada têkoşînê her bi pêş ve biçin."