KBDH: Berxwedana Jinê ya Yekbûyî wê faşîzmê hilweşîne

KBDH'ê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kir û ev peyam da: "Em li dijî faşîzmê bibin, yek, ji ber ku Berxwedana Jinê ya Yekbûyî wê faşîzmê hilweşîne."

Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Jinan (KBDH) bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em bi têkoşîna azadiya jinê ya ku li cîhanê belav bûye 8'ê Adarê careke din pêşwazî dikin" û 8'ê Adarê ya ku veguheriye cejna berxwedanê li jinên kedkar û berxwedêr hate pîrozkirin.

'ŞERÊ QIRKIRINÊ'

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Mêr/dewlet û rûyê wê yê pergalbûyî kapîtalîzm, li her devera cîhanê li dijî jinan, di her kêliyê de şerê qirkirinê dike. Hebûna xwe di talankirina ked, beden, aqil û hestê jinê de dibîne, hebûna xwe di tunekirina jinê de dibîne. Kapîtalîzm bi karakterê xwe yê asta herî bilind a serweriya mêr, di asta man û nemanê de nakokiyekê li jinan ferz dike. Ji ber vê yekê, hebûna jinê ya li ser bingeha azadî, wekhevî û edaletê tê wateya têkçûna vê sîstema kapîtalîst a bi karakterê mêr ê serdest.

KBDH'ê diyar kir ku têkoşîna jinê ya ku li Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê bi pêş ve çûye, her roj derbên kuştinê li sîstema serdest dixe û destnîşan kir ku li gel êrişên piralî û şewba koronayê jî di sala 2020'î de dînamîkeke xurt a jinê afirî.

BERXWEDANA JINÊ DERBÊ LI FAŞÎZMÊ DIXE'

Daxuyaniyê wiha dewam kir, "Li dijî jinên berxwedêr gelekî bi hêrs in. Ji ber ku her berxwedana jinê, derbê li dewleta zayendîperestiya faşîst dixe. Li dijî Dayikên Aştiyê, siyasetmedarên jin, hevserokan, femînîstan, jinên karker û xwendekar, şoreşger, jinên li kargehan, li kolanan û li gundan hewl didin mafê xwe yê xwezayî biparêzin, bi hêrs in. Lewma hewl didin tolê hilînin. Her ku em jin xwe bi rêxistin dikin û têdikoşin, bêhn li sîstema faşîst diçike. Wê demê em têkoşîna xwe mezintir bikin û hîn bêhtir bêhnê li faşîzmê biçikînin. Her ku jin bi ser bikevin wê mêr/dewlet têk biçin!

KBDH'ê di 8'ê Adara 2017'an de hate damezrandin. Ji ber vê yekê 8'ê Adarê ji bo têkoşîna jinên şoreşger a yekbûyî ya Kurdistan û Tirkiyeyê demeke gelekî girîng e. Di nava çar salên derbasbûyî de weke jinên şoreşger ên sosyalîst me ispat kir ku rêxistiniya yekbûyî, têkoşîna yekbûyî pêkane. Wezîfeyeke ku xwedî li mîrateya hevpar a şoreşa jinê ya yekbûyî derkevin, li dijî êrişên sîstema serweriya mêr a faşîst bibin yek û têbikoşin.

Têkoşîna jinê ya şoreşger û femînîst a ku li Tirkiyeyê ji gelek aliyan ve bi pêş dikeve, têkoşîna azadiya jinê ya li Kurdistanê, gerîlatiya jinê weke dînamîkeke gelekî girîng a têkoşînê pêk hat. Dewleta faşîst a Tirk ku êrişî Garê kir lê bi têkçûnê vegeriya, di heman demê de li îradeya gerîlayên jin qelibî. Di vê demê de milîsên me yên KBDH'ê jî li bajaran çalakî li dar xistin. Têkoşîna hevpar a li dijî sîstema bi serweriya mêr û li dijî faşîzmê, derbgeke gelekî giran li faşîzmê dixe, bêhnê lê diçikîne. Ji ber vê yekê em hesab ji sîstema mêr/dewletê bixwazin! Em tecawizkaran, kujeran, dijminên jinan bi xwe darizînin! Berxwedana jinê belav bikin, li her derê derbê li sîstema bi serweriya mêr bixin û bi vê armancê têkoşîna hevpar bimeşînin. Em li dijî faşîzmê bibin yek, ji ber ku Berxwedana Jinê ya Yekbûyî wê faşîzmê têk bibe."