Kampên UTAMARA yên ji bo jin û zarokan dewam dikin
Navenda Jivana Jinê UTAMARA, kampên xwe yên dema havînê dewam dike. Di navbera 27'ê Tîrmeh-1'ê Tebaxê de ger û geşta ji bo pênc rojan pêk anî.
Navenda Jivana Jinê UTAMARA, kampên xwe yên dema havînê dewam dike. Di navbera 27'ê Tîrmeh-1'ê Tebaxê de ger û geşta ji bo pênc rojan pêk anî.
Navenda Jivana Jinê UTAMARA, kampên xwe yên dema havînê dewam dike. Bi beşdariya 22 zarokan di navbera 27'ê Tîrmehê - 1'ê Tebaxê de ji bo pênc rojan bernameyek pêk anî.
Komek ji jin û zarokan a ji bo bêhnvedanê UTAMARA hilbijartin, pênc rojan bi hev re man. Kom rojekê bi treneke dîrokî hilkişiya çiyê, dûre li daristanê meş kir. Rojeke din jî bi keştiyê derbasî Ramagenê bû û li cihên dîrokî geriya. Rojên din jî li Lînz û derdora wê geriya. Rojekê jî li ser mijara 'Stres çiye? Rê û rêbazên li hemberî stresê çi ne?' ji bo jin û zarokan semîner hat dayîn. Bi hêviya kombûneke din a bi heman rengî jin û zarokan xatir ji Navenda UTAMARA xwestin.