KA.DER: Divê Arinç ji Aydogan û hemû jinan lêborînê bixwaze

KA.DER nerazîbûneke tund nîşanî helwesta Arinç a li hemberî Parlamentera HDP'ê Aydogan da û bang li Arinç kir ku lêborînê bixwaze.

Komeleya Destekkirina Namzetên Jin (KA.DER) gotina "Tu weke jinekê hiş be" ya Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç ku di dema rûniştina li Meclîsê de li hemberî Parlamentera HDP'ê Nûrsel Aydogan bi kar anî, şermezar kir.

KA.DER'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç ê di mijara şîdeta devkî ya li hemberî jinê de sabiqeya wî heye, gotinên xwe yên dijminatiya li jinan, cihêkarî, zayenîdperestî û biçûkxistinê her dewam dike. Arinç ê ku beriya niha li ser liv û tevgera jinê ya di nava civakê de mafê axaftinê wergirtibû, li hemberî Parlamentera HDP'ê Nûrsel Aydogan 'fermana' 'weke jinekê tu hiş be' daye."

'DENGÊ ME BI XURTÎ BÊ BIHÎSTIN'

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Arinç ne bi tenê ye! Ew yek ji berdevk û nûnerê zîhniyeta ku li gotin, beden, kinc, şêweya jiyanê, siyaset û hebûna jinê ya li nava civakê dipirse, dixwaze jiyana jinê tevlî kalibên îdeolojiya xwe bike ye. Ev zîhniyeta sedema bingehîn a şîdet û kuştina jinê ye. Divê Arinç hem ji Parlamentera HDP'ê Nûrsel Aydogan hem jî ji hemû jinan tavilê lêborînê bixwaze. Ne Arinç ne jî zîhniyeta ew temsîl dike nikare jinan bêdeng bike! Em heta niha bêdeng nebûn, ji niha û pê ve jî em ê bêdeng nemînin. Heta ku gotinên me bê fêmkirin dengê me wê baştir were bihîstin."