JXK’ê li Zanîngeha Bochûmê ji bo Ocalan standek danî

Xwendekarên Jin ên Kurdistan (JXK) li bajarê Bochûm a Elmanyaê ji bo balê bikişînin ser azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan standek danî.

Jinên ciwan ên li pêşiya Zanîngeha Bochûm a Elmanyayê kom bûn saaet navbera 16:00-19:00’an bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd standek danî û name ji bo NY’yê îmze kirin.

Li standê broşur û belavokên têkildarî tecrîd û sîstema êşkenceyê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin belavkirin. Jinan pankarta bi nivîsa Îngîlîzî û Elmanî ya ‘W Say No- Dibêjin Na’ û ala YJK’ê hildan.

Eleqeya akademîsyen û xwendekaran a ji bo standê zêde bû.