Jinnews: Meha Hezîranê 26 jin hatin qetilkirin
Jinnewsê ragihand ku meha Hezîranê 26 jin hatin qetilkirin û 17 jin jî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest dan.
Jinnewsê ragihand ku meha Hezîranê 26 jin hatin qetilkirin û 17 jin jî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî daneyên Jinnewsê ku her meh dide hev, meha Hezîranê 26 jin hatin qetilkirin, 17 jin jî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest dan. Kujerên 2 jinan nehatin dîtin, 25 jin jî ji aliyê xizmên xwe ve hatin qetilkirin. Hewl hate dayin ku 10 jin bêne kuştin, li 10 zarokan jî tundî hate kirin. Meha hezîranê 3 zarok hatin kuştin, 6 zarok jî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest dan. Destdirêjî li 11 zarokan hate kirin, jinekê jî xwe parast.
Li gorî daneyan jin meha Hezîranê herî zêde li Stenbolê hatin kuştin. 7 jin ji aliyê mêrên pê re zewicî bûn, 3 jin ji aliyê mêrên bi hev re bûn, 2 jin jî ji aliyê mêrên ku hewl didan jê cihê bibin, 2 jin ji aliyê êrişkaran ve jinek jî ji aliyê mêrekî beriya 15 salan jê cihê bûbû, jinek ji aliyê mêrê ku hewl didan pê re bi zorê bidin zewicandin, 2 jin jî ji aliyê mêrên cîranê xwe ve hatin qetilkirin.
Di şeş mehên destpêkê yên salê de 145 jin hatin qetilkirin.