Jineolojî di rojeva jinên Rojhilatê Kurdistanê de ye

Hejmarek jinên ji Rojhilatê Kurdistanê koçberî Ewropa bûne, 3 rojan li Saziya Jinan a UTAMARA a li bajarê Koblenz a Elmanya li ser jineolojî, dîroka jin û girîngiya perwerdeyê giftugo kirin.

Dersên jineolojî ya li li Saziya Jinan a UTAMARA a li bajarê Koblenz a Elmanya ji aliyê Endama Rêveberiya KJAR a Ewropa Leyla Ebdewî û Rojnamevan Necîbe Qeredaxî ve hatin dayîn. Jinên ji Rojhilatê Kurdistanê di nava 3 rojan de hem alîyên teorî hem jî li ser ezmûnên têkoşîna jinan a li Kurdistanê û Cîhanê giftûgo kirin. Di heman perwerdeyê de film û belgefilma li ser têkoşîna jinan hatin nîşandan, danûstandinên berfireh li ser pirgirêka civakî, rêyên çareserî hatin kirin, têkîldarî rewşa jinên ku bi sedemên siyasî û civakî ketine ser rêya penaberiyê nîqaş hatin meşandin.

'SÎSTEMÊ DÎROK BEREVAJÎ KIRIYE'

Jinên Rojhilatê Kurdistanê di rojên perwerdeyê de gotin” mijarên hatine pêşkeşkirin ji bo me gelek nû bûn, me di sîstemê de ev mijar nebihîstîne , sîstem dîroka mirovahî û jinan berovajî kirîye.” Ji ber wê jî kêfxweşiya xwe anîn ziman.

Yek ji jinên tevlî perwerdeyê bû Fayze Qadirî wiha axivî: “Jineolojî ne tenê ji bo jinên Kurd, ji bo hemû jinên cîhanê pêwistîyek e , divê em jineolojiyê di nava jinên welatên Îskendenaviyayê jî belav bikin. Ji ber ku jineolojî çavkaniyeke girîng e ji bo jinan. Em daxwaz dikin ku ev perwerde li wir jî were dayin.”

Fayze Qadirî diyar kir ku divê tiştên li vir hîn bûne bi jinên din re jî parve bikin, divê cudahiyê nexin navberê jinên Kurd û gelên din, wiha dewam kir: “Ez gihiştim encamekê ku ji bo xwe nasînê jineolojî pir girîng e. Divê jin bi hêz, derfet û îradeya xwe sûdê ji vê zanistê wergire.”

Yek ji beşdarvanên din Şîrîn Ehmedî li ser perwerdeyê wiha nirxandin kirin: “Min heta niha perwerdeyeke wisa bi hêz nedîtiye. Civaka li Rojhilatê Kurdistanê ji ber kevneşopî û muhafezekariyê perwerdeyeke wisa me nikarîbû bidîta. Vê perwerdeyê derfeta pêşxistina min zêdê kiriye. Ez hêvîdar im zêdetir jî bikaribim tevlî bibim.”

'BAWERIYA XWE BI XWE TÎNIM'

Cemîle Kerîmî jî têkîldarî perwerdeya jîneolojiyê ev bi lêv kirin: “Pir tiştên nû hîn bûme. Min berê bawer nedikir ku bibim xwedî raman. Niha gihiştim vê encamê ku divê ez baweriya xwe bi xwe , hêz û îradeya xwe bînim. Divê hewl bidim ku zêdetir û baştir pêk bînim, azad bibim û ji bo tevahî jinan jî jin karibin baweriya xwe bi xwe bînin.”

Endama Rêveberiya KJAR a li Ewropa Leyla Ebdewî jî diyar kir ku di demên pêş de wê hejmara perwerdeyên bi vî rengê zêde bikin, bi taybet jî wê vê ji bo jinên Rojhilatê Kurdistanê bikin.

Leyla Ebdewî der heqê perwerdeya 3 rojan wiha ragihand: “Armanca me avakirina civakeke azad û ferdeke azad e. Avakirina civakeke exlaqî û siyasî ye. Ev jî wê li ser bingeha demokrasî, azadî û wekhevî, ew jî bi rizgariya jina ji destê desthilatdaran, dewlet û pergala baviksalarî hatiye tepisandin wê pêk were.”

Rojnamevan û çalakvana jin Necîbe Qeredaxî jî herî dawî ev diyar kirin: “Zanista jinnasî -jineolojî zanisteke ne tenê teorî, lê îro di pratîkê de felsefeya şoreşa jina di nava şoreşa Kurdistanê de ye. Jinelojî zeryayek fireh û nû ji Rojhilata Navîn û cîhanê re vedike. Ev zanista ku bi berhem û bi keda bê hempa ya Serok Ocalan e û jinên ku bê dudilî jiyana xwe di rêya azadî feda kirine. Em jî bê dudilî hem hîn dibin hem jî hîn dikin. Girîng e ku vê berhema hêja û dîrokî bi jinên cihan û Kurdan re bê nasîn û bikeve meriyetê.”

 

...