Desteya Jinan a Şaredariya Xelfetiyê, der barê înfazkirina gerîlaya YAJ Starê Kevser Elturk (Ekîn Wan) û îşkenceya li cenazeyê wê de, daxuyaniyek da çapemeniyê.
Daxuyanî li ber avahiya Şaredariya Xelfetiyê hat dayîn û tevî jinên Xelfetiyî rêveberên HDP û DBP'yî, hevşaredar û endamên desteya jinê li cihê daxuyaniyê amade bûn. Di dema dayîna daxuyaniyê de dowîzên bi nivîsên "Ekîn Wan rûmeta me ye", "Em ji vê hovîtiyê netirisiyan, natirsin û em ê netirsin", "Şîdeta li hemberî jinê îdeolojîk e, xweparastin rewa ye" û "Ekîn Wan rewşa tazî ya berxwedana me ye" hatin hildan.
Li ser navê desteyê Esen Gunay daxuyanî da û diyar kir ku AKP a nikare xwe li encamên hilbijartinê yên 7'ê Hezîranê rabigire, êrîşî gel dike û komkujiyên li Pirsûs, Zergelê, Silopiya û Bazîdê bibîr xist.
'HIQÛQA ŞER JÎ HAT BINPÊKIRIN'
Gunay got, "Xuyaye vê yekê jî têra wan nekiriye ku rêveberên şerê qirêj li navçeya Mûş Gimgimê, di hefteya bihurî de wêneyê tazî yê cesedê gerîlaya HPG'ê Ekîn Wan kişandine û bi vî rengî careke din rûyên xwe yên namerd û qirêj nîşan dane." Gunay destnîşan kir ku zîhniyeta di nava salên 1990'î de li ser bedenê tazî yê gerîlaya ARGK'ê Zîlan a 18 salî wêneyê bîranînê kişand û zîhniyeta îro, weke hev in.
Gunay da xuyakirin ku dewleta Tirk hiqûqa şer jî binpê kiriye û ji rayedarên dewletê re got, "We ev yek tine hesibandin. Hezar carî xwelî li we be. Em gelek baş dizanin ku bi vî wêneyî re hûn peyameke çawa ya bê exlaqiyê didin şoreşa jinê ya li Rojava, tevgera jinê. Lê belê ev mesaja we wê dîsa di nava mirovahiyê de bêbersiv bimîne. Hûn ê bi vî mejiyê xwe yê qirêj barbar û tecawizkar bên bîranîn."
'HETA SERKETINÊ EM Ê TÊBIKOŞ IN'
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Weke hevrêyên Ekîn Wan em ê heta dawiyê dilsozên têkoşîna wê bin. Bila kes ji vê gumanan neke. Li vê xakê tovên welê yên azadiyê hatin reşandin, ku Ekîn ti carî naqedin, Arîn Mîrxan ti carî naqedin, Zîlan ti carî naqedin. Gelo hûn hînê bi vê nehesiyane? Em bi hezaran caran mirin, bi hezaran caran hûn dîsa me bikujin jî wê îdeolojiya azadiyê ya jinê heta serketinê têbikoş e. Şerê Ekînan wê aştiyê bîne vî welatî, van gelan. Em wê muameleya bê exlaqî ya ku we li cesedê hevrê Ekîn kirin, careke din lanet dikin."