Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Jinên TMMOB’ê li Edeneyê piştgirî dan HDP’ê

Jinên TMMOB’ê diyar kirin ku ew girîngiyeke mezin didin temsîliyeta jinan a li meclîsê û diyar kirin ku ew ê piştgiriyê bidin HDP’ê.

Hevseroka bajêr a Edeneyê ya HDP’ê Gulseren Tûran, namzetên parlementeriyê yên HDP’ê Tulay Hatîmogûllari û Rozerîn Tosûn çûn serdana Komîsyona Jinan a Lijneya Koordînasyona Edeneyê ya Yekîtiya Endezyar û Mîmaran a Tirkiyeyê (TMMOB). Ji jinan hate xwestin ku dengê xwe bidin HDP’ê û jinên TMMOB’ê diyar kirin ku ew girîngiyeke mezin didin temsîliyeta jinan a li meclîsê.

Jinan ji heyeta HDP’ê re gotin ku, “Em ji helwesta HDP’ê kêfxweş in a ku mafê wekheviyê dide jinan. Em piştgiriya namzetên jin dikin. Ji bo me girîng e ku em piştgiriyê bidin wan. Em girîngiyê didin têkoşîna jinan û em diyar dikin ku em ê ji dil û can piştgiriya jinan bikin.”