Jinên Tîrêjên Rojê li dijî faşîstan çalakî kirin

Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê Zeynep Kinaci bi bîr anî û diyar kir ku li dijî faşîstan çalakî kirine.

Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê di şexê Zeynep Kinaci (Zîlan) de şehîdên meha Hezîranê bi bîr anî. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di serî de hevala Zîlan em ê xwedî li mîrateya berxwedan û têkoşîna azadiyê ya heval Sema û heval Gulan derkevin."

Li ser çalakiyên ku hatin lidarxistin jî ev agahî hatin parvekirin:

"28'ê Hezîranê li Emînonu ya Stenbolê di encama karekî teknîkî de gelek kargeh hatin şewitandin.

28'ê Hezîranê li Kuçukçekmece ya Stenbolê, yekîneyên me dest li sîstema enerjiya navenda Halkalı ya xeta Marmarayê werdan, di encamê de trafo hate şewitandin û seferên Marmarayê hatin rawestandin.

Li Kocaelî Gebzeyê kargeheke tekstîlê û 3 wesayitên luks ên faşîstên MHP'ê hatin şewitandin.

27'ê Hezîranê li Tekîrdag a Çorlûyê febrîqeyeke hilberîna sîlîkon a karsazê AKP'î hate şewitandin.

29'ê Hezîranê li Sakarya Akyaziyê depoyeke ka ya Tirkan û 2 wesayitên xwediyê depoyê hatin şewitandin."