Jinên Sosyalîst li dijî tecrîdê li bajarên Ewropayê digerin

Çalakiyên piştgiriyê yên ji bo grevên birçîbûnê belav dibin. Yekîtiya Jinên Sosyalîst ên Ewropayê li dijî tecrîdê bajar bi bajar digerin.

Yekîtiya Jinên Sosyalîst ên Ewropayê vê Duşemê dest bi çalakiyên xwe kirin. Jinên sosyalîst ji bo çalakiya li pêşiya Parlementoya Ewropayê li Berlînê hatin ba hev.

Jinên sosyalîst sibehê bi parlementerê Dîe Lînkeyê Hakan Taş re civiyan û dosyeyeke derbarê çalakiyên xwe teslîm kirin.

Jinên sosyalîst derbarê grevên birçîbûnê û rewşa Leyla Guven agahdarî kirin û diyar kirin ku têkoşîna li dijî tecrîdê bi salan e didome.

Jinên sosyalîst diyar kirin ku divê piştgiriya girtiyan were kirin û xwedî li daxwazên wan were derketin.

Piştî hevdîtinê jinên sosyalîst li pêşiya parlementoyê belavok belav kirin û diyar kirin ku wê li bajarên din çalakiyên xwe bidomînin.

Yekîtiya Jinên Sosyalîst wê roja Sêşemê ji bo çalakiya li pêşiya Parlementoya Belçîkayê wê li Brukselê bin.