Jinên Sosyalîst: Em li dijî tecrîdê biherikin Newrozê!

Yekîtiya Jinên Sosyalîst bang li her kesî kir ku ji bo piştgiriya bi berxwedêrên greva birçîbûnê re biherikin qadên Newrozê.

Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Ewropayê bi wesîleya Newrozê daxuyaniyeke nivîskî weşand. 

'BERXWEDAN MEZIN DIBE'

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Gelê Kurd, li hemberî her cure zilm, zext, qirkirin û qedexeyan her sal bi giyana serhildanê derdikeve kolanan. Newroz, govendeke ji demên bihurî ber bi paşerojê ve ye. Îro Leyla Guven serkêşiya vê govendê dike ku xwe bi giyana serhildanê xemilandiye. Li dijî zext û zilma faşîzma AKP- MHP'ê, berxwedana ku li zindanan destpê kir, di demeke kurt de derket derveyî dîwarên zindanan û li her çar aliyê cîhanê belav bû. Niha li hundir û derve bi hezaran kes li dijî tecrîdê bi xurtî li ber xwe didin. Ev berxwedana bi pêşengiya Leyla Guvenê destpê kir, rûyê faşîzma AKP-MHP'ê yê reş nîşanî alemê da û hişt ku berxwedana li dijî faşîzmê berbelavî derdorên firehtir bibe."

'EM GIYANA BERXWEDÊRIYÊ BI GIYANA VEJÎNÊ RE BIGIHÎNIN HEV!'

Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Ewropayê wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: "Niha êdî her jinek berpirsyar e ku vê berxwedanê mezintir bike. Em Newroza 2019'an bikin Newroza şkandina tecrîdê ku agirê serhildanê bilintir bûyî. Wê ev berxwedan li dijî tecrîdê bigihije serketinê. Em li her qadê bi giyana Newerozê têbikoşin û bi hêza xwe ya herî mezin tevlî Newrozê bibin. Em giyana berxwedêrên ku li dijî tecrîdê bedena xwe dihelinin, bi giyana berxwedanê ya Newerozê re bigihînin hev."