Jinên Şirnexê berxwedana xwerêveberiyê silav kirin
Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, jin li Meydana Aştî ya Şirnexê li hev civiyan û berxwedana xwerêveberiyê silav kirin.
Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, jin li Meydana Aştî ya Şirnexê li hev civiyan û berxwedana xwerêveberiyê silav kirin.
Li Şirnexê, ku di bin dorpêçî û terora dewleta Tirk de ye, jin bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daketin kolanan û berxwedana xwerêveberiyê ya jinên Kurd silav kirin. Jinên ku bi pêşengiya KJA li Meydana Aştî li hev civiyan pankarta bi nivîsa "Em ê bi kenê xwe re tankan bêdeng bikin, bi tovên xwe re jiyanê şîn bikin û biharê bînin" û wêneyên jinên di berxwedanên xwerêveberiyê de hatine qetlkirin, vekirin. Jinan dirûşmên "Şoreşa bê jin nabe" û "Jin jiyan azadî" qîriyan. Jinên bi kincên xwe yên gelêrî tevlî çalakiyê bûn, li ber erbaneyê stranên azadiyê gotin û govend gerandin.
Aktîvîsta KJA Şehrîban Altinişik li vir axivî û destnîşan kir, ku jinên Kurd bi berxwedana xwe re bûne roja mirovahiyê. Altinişik got, "Di şexsê hevrêyên me Sêvê, Fatma û Pakîze û hemû dayikên di berxwedana xwerêveberiyê de şehîd ketine de, dilsoziya bi azadiyê re careke din geş bûye. Jin wê vê wehşet û barbariyê ji bîr nekin. Ji Ekînan heta Sêvêyan em ê hesabê hemû komkujiyan bipirsin."
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Saadet Altûnç jî nerazîbûn nîşanî polîtîkayên li hemberî bedena jinê tên meşandin de û got, "Tevî vê yekê jî jin wê li ber xwe bidin." Çalakî bi qîrîna tilîlî û dirûşmeyan bi dawî bû.