Jinên li Wanê bi biryar in ku AKP'ê li bajarê xwe nehêlin

Jinên li Wanê destnîşan kirin ku HDP partiyeke jinan e û gotin, wê AKP'ê li Wanê nehêlin.

Li Wanê karê HDP'ê yê ji bo hilbijartinê bi rengekî bê navber dewam dike. Jin pêşengiyê ji vî karî re dikin. Jin mal bi mal, kolan bi kolan digerin û ji bo hilbijartinê dixebitin.

Încî Ûyar diyar kir ku HDP partiyeke jinan e û got, "Li her mala ku em serdana wê dikin, em qala nêzîkatiya partiya xwe ya li jinan û nêrîna zîhniyeta Erdogan a li jinan dikin. Jin gelekî hez ji HDP'ê dikin. Bi taybetî haya wan ji dema dawî ya AKP'ê heye.  Li her maala ku em serdana wê dikin, jin dibêjin wê di 24'ê Hezîranê de bersiva pêwîst bidin AKP'ê û Erdogan."

BI ŞEV Û ROJ DIXEBITIN

Vahîde Eraslan diyar kir ku ew bi şev û roj dixebitin û destnîşan kir ku jin wê di vê hilbijartinê de derbeke giran li AKP'ê bixin. Eraslan got, piştî 24'ê Hezîranê wê nêzîatî û zîhniyeta AKP'ê ya li jinan mehkûm bibe û wiha dewam kir: "Li Wanê karê hilbijartinê bi pêşengiya jinan tê kirin. Em diçin her tax, gund û hema bêjin hemû malan. Li her mala ku em serdana wê dikin, mîna cejnê kêf û xweşî heye. Bi taybetî jin gelekî ji HDP'ê bawer dikin. Ev yek wê bandorê li dengdanê jî bike. Jinên li Wanê wê dersa demokrasiyê bidin AKP'ê."

BI FEDAKARIYEK MEZIN DIXEBITIN

Nazmiye Acar da xuyakirin ku ew weke aktîvîsteke TJA'yê tevlî kar bûye û ragihand, tevî ku demeke kin ji pêkhatina hilbijartinê re maye jin bi fedakariyeke mezin dixebitin. Acar bi dewamî got, "Tevî ku hilbijartin hate ferzkirin jî em jin her tim ji rewşên bi vî rengî yên awarte re amade ne. Jin gelekî destekê didin me. Weke ku tê zanîn HDP partiyeke jinan e. Jin herî zêde di nava HDP'ê de cih digirin. Wan jî yek ji wan cihan e ku tevlîbûna jinan zêde ye. Nêzî 20 bernamzetên jin hebûn. Hema bêjin temamiya van hevalên me yên jin tevlî kar dibin. Jinên Kurd piştgiriyeke xurt didin partiya xwe. Em vê yekê li her cihî dibînin."