Jinên li Dêra Zorê xwe pêş dixin

Fatma El Hemel a piştî Dêra Zor ji aliyê QSD’ê ve hate rizgarkirin û şûnde tevlî karê jinan bû, li gel guherînên mezin bû parçeyek ji guherînên civakê, diyar kir ku piştre famkirine ku 8’ê Adarê bi rojekê nayê sînordarkirin.

Xelkê Dêra Zor û jinên wê yên salên dûr û dirêj di bin zilm û zexta rejîm, DAÎŞ û çeteyên dewleta Tirk de êşên mezin kişandî, zend û bendên xwe li azadiyê şidandine.

Berdevka Xebatên Jinan a Dêra Zorê Fatma El Hehel, nêzî 3 sa lin li herêma Dêra Zorê di nava kar û xebatên rêxistinkirina jinê de kar dike. El Mehel bibîr xist ku jinên li Dêra Zorê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve tim dihatin destavêtin, destirêjî li wan dikir, mafên wan dihatin binpêkirin û got: “Berê li herêmên em li dijiyan, rê nedihate dayîn ku jin tevlî xebatên dîplomasî, siyasî û aborî bibin. Jin tim li malê hebiskirî bûn. Di dema rejîma Sûriyeyê de herî zêde jin ji bo Wezareta Karê Gel dihate erkdarkirin. Wê demê jin ji sedî 13 dikarî bûn di nava xebatên civakî de nûnertiyê bikin. Keda jinê dihate xwarin.”

Fatma El Mehel da xuyakirin ku piştî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê QSD’ê ve hate azadkirin û şûnde gelek guherîn û veguherîn hatin pêkanîn û wiha domand: “Bi taybet jinên di mal de hatibûn hebiskirin, êdî bi awayekî azad ji qada aborî bigire heta siyasî, dîplomasî, civakî heta xebatên leşkerî de bi rola pêşengtiyê rabûn. Li herêma Dêra Zorê hişmendiyeke desthilat û zextê hebû. Çandên feodal û pîvan dihatin pêkanîn. Bi rizgarikirina qadên me yên ji aliyê QSD’ê ve, jin di hemû qadên jiyanê de roleke pêşeng girt ser milê xwe. Bi pêşengtî kirina jinê ya ji xebatan re, hişmendiyên berê jî hatin derbaskirin.”

‘GUHERÎNÊN HIŞMENDÎ PÊK HATIN’

EL Mehel destnîşan kir ku ji ber çeteyên mîna DAÎŞ, El Nûsra, Artêşa Azad a Sûriye ku demekê herêmên wan dagir kiribûn, malbat li pêşiya zarokên xwe yên keç bişînin dibistanê û kar bikin dibûn asteng, ji ber ku destdirêjî-destavêtin û êrîşî wan dihatin kirin. El Mehel got: “Niha jin guherîneke hişmendî daye çêkirin û bihêz bûye. Êdî dikar li gelek qadên civakî kar bike. Bi xebatên gel re dikarin ji bo derbaskirina hişmendiyê rol bilîzin. Nimûne; hê biçûk zewicandina zarokên keç, zewaca pir jinî dawî bikin û raman azad bi hişmendiya jinê bidin jiyîn.”

‘BI HIŞMENDIYÊ RE TÊKOŞÎN DIKIN’

El Mehel anî ziman ku di nava gel de li dijî hişmendiya paşverû têkoşînê dikin, ji bo hemû jin tevlî kar bibin û di nava saziyan de cih bigirin kar dikin û wiha pêde çû: “Dema ku herêma me azad bû û şûn de em jinên Dêra Zorê 3 kes me xwe rêxistin û perwerde kir. Piştre di nava gel de me xebat kir bi taybet di nava jinan de xebat da kirin ku ji hişmendiya desthilatdar a DAÎŞ’ê rizgar bikin. Ji bo jin di nava xebatên civakê de rol bilîze, xebatên perwerdehiyê me daye destpêkirin. Li gorî berê û niha ferqekî mezin heye. Jin, niha ji bo roleke mezin û xwedî kesayet û bi hêz e. Li nava hemû saziyan bi pratîk û sekna xwe vê îsbat dike. Hişmendiya DAÎŞ’ê tê binaxkirin. Em jî di warê derûnî û her alî de ji bo jinan dibin destek.”

‘HEMÛ BI SAYA QSD’Ê BÛ’

El Mehel destnîşan kir ku bi hatina herêmê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), gel ji bin zilm û zextên dagirkeran rizgar kirin û got: “Serweriya hişmendiya desthilat a mêr û miletgeriya ku ji gelê herêmê ya li deverê serwer, bi saya QSD’ê bi dawî bû. Piştî ku herêma me hate rizgarkirin û şûnde me nû zanî ku 8’ê Adarê ji bo jinan girîng e. Di sala 1’ê ya ku Dêra Zor ji aliyê QSD’ê ve hate rizgarkirin û şûnde li ser 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê me tiştek nedizanî. Niha li xakên me yên hatin azadkirin, her roja ku em dijîn, ji bo jinan weke cejin dibînin.”

‘HÊ ZÊDETIR BI HÊZ BÛM’

Fatma El Mehel li ser zoriyên kişandî û rewşa niha jî ev nirxandin kir: “Weke ferd berî ku tevlî karên jinan bibim, derketina pêşberî kamerayê axaftin pir ditirsiyam. Xwedî kesayetekî lewaz bûm. Ji ber serweriya malê û civakê pir mabûm di bin bandora hişmendiya zext û zilmê de. Ev jî dibû sedem ku kesayeta jinê zeîf bibe. Bi azadkirina herêmê re û avakirina Rêveberiyên Xweser re, jin bû xwedî roleke pêşengt. Piştî ku tevlî xebatên jinan bûm û şûnde, hê zêdetir bi hêz bûm, ketim nava gel. Niha bi pir bi rehet û bê tirs baxivim. Niha raman azad dikarim di nava jinan de belav bikim. Her ku di nava xebatên jinan de kar kir, zêdetir bi hêz bûm.”