Komek ya Jinên Kurd ketin avahiya parlementoyê ya li paytextê Awûstûrya Viyanayê û çalakiya dagirkirinê dan destpêkirin.
Komek derdorî 50 jin û di nav de zarok jî heyî ji bo balê bikişînin ser çalakiya birçîbûnê ya li girtîgehên Tirk, Palementoya Awûstûryayê dagirkirin.
Kom dixwaze têkildarî çalakiya birçîbûnê dosyayekê pêşkêşî Serokê Parlementoyê bike. Li ser dorê Parlementoyê ewlekariyên berfireh hatine girtin û çalakî jî hêjan didome.