Jinên Kurd yên li Moskowayê bi armanca roja tekoşîna li hemberî tundiya jinê daxuyaniyek da. Li ser navê organîzasyona Viyanê Tare Qadir got, jin afirênerê jiyanê, sembola azadî û guhertinê ye.
Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Tekoşîna li Hemberî Tundiya li Dijî Jinê jinên Kurd yên paytextê Rûsya Moskowayê daxuyaniyek da. Li ser navê jinan organizasyona Viyan Tare Qadir daxuyanî xwend. Qadir diyar kir ku, jin afirênerê jiyanê, sembola azadî û guhertinê ne û wiha got:
“Ji destpêka jiyanê heya îro didome. Lê piştî demekê bi destê zalim û deshiladaran ev rewş hate guhertin. Jin êdî bi zilma zilam hate hiştin. Di sedsala 21. an de jî ev zilma li ser jinê berdewam dike. Mafên xwezayî yê jinê berî pênç hezar salan ji destê wê hate girtin. Jiyan, beden û mejiyê wê hatiye parçekirin. Jin bingeha jiyana civakî ye, ji ber jin nîvê civakê ye. Di rojek wiha de hebûna me ya vir wateya wê heye. Ne tenê di rojên wiha de divê jin hemû rojên xwe bike rojên tekoşînê li dijî cûdabûn û tundiyê. Jina Kurd gihaye asta xwe ya tekoşînê. Divê hîn bêhtir tekoşîna xwe bilind bike û li hember çanda destavêtinê derkeve.”
Di daxuyaniyê de hate gotin ku, “di her demê dirokê de jin bûye dilopek biwate di tekoşîna azadiyê ya bê hempa de. Dibe ku navê welatê me ji hev cuda bin. Lê ev cûdahî nabe çareseriyek ji bo pirsgirêka jinê. Çi Erebîstan, çi Afrîka, çi Amerîka, çi Rûsya, çi Brîtanya, çi Îran, çi Tirkiye, çi jî Kurdistanê be li her deverên ku jin lê dijîn çîroka desthilatî û destavêtinê yeke û nayê guhertin.”
Qadir da zanîn ku, 25’ê mijdarê rojek girîng û sembolîke, tekoşîna azadiya jinê tenê bi rojek ve sînordar nîne. Tare Qadir destnîşan kir ku, wekî jinên Welatparêz yên Rûsyayê bang li tevayî jinan dikin ku li dijî tundiyê têkoşîna xwe bilind bikin û yekîtiya xwe xurt bikin.