Jinên Kurd li Kolnê wê Komkujiya DAIŞ û AKP’ê şermezar bikin

Jinên Kurd wê sibe li Kolnê Komkujiya Şengalê û AKP’ê şermezar bikin.

Li bajarê Elmanya Kolnê wê jinên Kurd bi armnaca şermezarkirina Komkujiya Şengalê û polîtîkayên şer ên AKP’ê wê meşeke protestoyî pêk bînin.

Meşa saet 15.00’an wê li ber Dêra Dom destpê bike li Heûmark bi mîtîngekê wê bi dawî bibe.

‘EM TEVAYÎ ZAROK Û JINÊN XWE DAWETÎ MEŞÊ DIKIN’

Têkildarî meşa di pêşengiya TJKE de Komîteya Amadekar ev daxuyanî da: "Em dikevin yekemîn salvegera Komkujiya Şengalê. Em wek jinên Kurd hê vê êşê dijîn. Vê êşê ku em hê dijîn, AKP’ê 24’ê Tîrmehê li hember Herêmên Parastinê yên Medya bombardûman da destpêkirin. Dewleta Tirk a sivîlên Kurd qetil dike û birîndar dike, serî li operasyonên siyasî dide û erdnîgariya Kurdistanê dişewitîne, di me jinên Kurd de bû sedema hêrseke mezin. Li ser vî esasî ji bo bîranîna Komkujiya Şengalê û şermezarkirina êrîşên AKP’ê di serî de jinên Kurd em bang li tevayî gelê me û dostên me dikin ku tevlî meşa me sibê bibin.”