Jinên Kurd li Helsinkiyê 8’ê Adarê pîroz kirin

Jinên Kurd li Helsînkiya paytexta Fînlandiyayê bi civînekê 8’ê Adarê pîroz kirin.

Li Helsînkiya paytexta Fînlandiyayê jinên Kurd bi boneya pîrozbahiya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li hev kom bûn.

Jinan pîrozbahî li Komeleya Kurdî ya li Helsinkiyê lidarxistin û daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniya bi zimanê Kurdî û Fînî hatî dayîn de, bal kişandin li ser rola têkoşîna jinan a li hember hişmendiya zilamsalarî ya desthilat û ji jinan xwestin ku xwe li hemberî dagirkerî, faşîzm, desthilatdarî û binpêkirina mafan xwe birêxistin bikin û yekitiya xwe çêbikin.