Jinên Kurd ên li Rûsyayê xebatên serdema nû dan destpêkirin

Organîzasyona Jinên Kurd (TJKN) li Rûsya û Koma Dewletên Serbixwe civîna xwe ya serdema nû kir.

Organîzasyona Jinên Kurd (TJKN) li Moskovayê ya ku paytexta Rûsyayê ye ji bo plansaziya xebatên serdema nû li hev civiya.

Di civînê de jinan pirsgirêkên xwe yên ekonomîk, civakî û qadên din nîqaş kirin û qala rola jinan a di nav mal û civakê de kirin.

Di civînê de xebatên serdema nû jî hate eşkerekirin. Piştî civîna gerîlaya PKK’ê Zeynep Kinaci (Zîlan) a ku di 30’ê Hezîrana 1996’an de çalakiyeke fedaî kiribû, hate bîranîn.

Di çalakiyê de sînevîzyona li ser Zîlanê hate temaşekirin û derbarê çalakiya wê axaftin hate kirin.

Di civînê de li ser navê TJKN’ê axaftin hate kirin û jinan bal kişandin ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girtîgehan hatiye destpêkirin. Di çalakiyê hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk jî hate protestokirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin “Em jinên Kurd ên li Koma Dewletên Serbixwe û Rûsyayê  bang li jinên cîhanê û rêxistinên mafên mirovan dikin ku bila li hemberî van êrişan bêdeng nemînin û helwesta xwe ya li hemberî Tirkiyeyê eşkere bikin.”