Jinên Kurd ên li Rûsyayê dewleta Tirk şermezar kirin

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê, ji aiyê jinên Kurd ên li Rûsyayê ve hatin şermezarkirin.

Rêxistina Alîkariyê ya Jinên Kurd a li Moskowayê Viyan, li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê daxuyaniyek da.

Bi navê rêxistinê Zeytûn Siyabend daxuyanî da. Siyabend anî ziman ku ew bi xwe jî dayikeke gerîla ye û operasyonên leşkerî yên dewleta Tirk a faşîst bi tundî şermezar dike.

Siyabend bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û anî ziman ku armanca tecrîdê ew e ku gelê Kurd û têkoşîna azadiyê bê rêber bihêlin.

Siyabend destnîşan kir ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd wê heta serketinê dewam bike û nerazîbûn nîşanî bêdengiya li pêşberî polîtîkayên îmha û înkarê da.

Siyabend diyar kir ku Kurdên li her beşên Kurdistanê bi yekbûnê dikarin dawî li van êrişan bînin.