Jinên Kurd ên li Ewropayê wê tecrîdê protesto bikin
Jinên Kurd ên li Ewropayê dijîn, bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wê hin rêze çalakiyan lidar bixin.

Cih û dema çalakiyên jinên Kurd bi vî rengî ye:
Li Hambûrgê wê di 22'ê Tîrmehê saet di 18:00 de li Monckebergstrasse bi pêşengiya meclîsa jinê mîtîngek bê lidarxistin. Wê name û dosya radestî rêxistinên mafên mirovan bên kirin.
Li Salzgîtterê wê di 23'ê Tîrmehê de konê agahdarkirinê li Braûnschweîgê bê vedan û dosya pêşkêşî çapemeniyê were kirin.
Di 24'ê Tîrmehê de wê li Hannoverê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Ronahî saet di 16:00 de meşek were lidarxistin.
Li Bonnê di 24'ê Tîrmehê saet di 17:00 de wê li Munsterplatzê mîtîng pêk were.
Di 22'ê Tîrmehê saet di navbera 13:00 - 17:00 de wê li ber Şaredariya Den Haagê konê agahdarkirinê bê vedan. Li vê derê wê belavok werin belavkirin û mîtîng were lidarxistin.
Li Dusseldorfê wê di 24'ê Tîrmehê saet di 14:00 de li ber HBF meş were destpêkirin.