Jinên ku xwedî li Peymana Stenbolê derketin, li Maltepe hatin cem hev

Jinên ku ji bajarên Kurdistanê û Tirkiyê hatin cem hev ji bo ku xwedî li Peymana Stenbolê derkevin li Maltepe hatin cem hev.

Beriya 1'ê Tîrmehê ku vê rojê wê Peymana Stenbolê were rakirin bi banga Platforma ji bo jinan Wekhevî (EŞÎK) jin ji bajarên Kurdistanê û Tirkiyê hatin cem hev û li Maltepe Stenbolê hatin cem hev.

Dirûşma ''Mîtînga Mezin a Jinan'' ku wê li Qada Çalakiyê ya Maltepyê were çêkirin, weke ,''Em dev ji Peymana Stenbolê naqerin'' hate diyarkirin.

Qada çalakiyê bi bendên polîsan ve hatiye pêçan, ji du aliyan ve jin diçin qada çalakiyê, li nav jinên ku kom bûne nerazîbûna dijî tundiya mêr-dewletê geş e.

Jinan her wiha wêneyên Deniz Poyraz hildan û gotin, ''Jin jiyan azadî''