Jinên Kobanê ji bo 8'ê Adarê meşiyan

8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Kobanê bi meşeke girseyî hat pîrozkirin.

8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Kobanê bi meşeke girseyî hat pîrozkirin.

Rêxistina Kongreya Star a Kobanê bi tevlîbûna jinên ji partiyên cuda, saziyên civakî yên sivîl û sedan jinên ji Kobanê û gundên wê, meşek organîze kir. 

Di meşa ku ji qada azadiyê destpê kir de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û cangoriyên têkoşîna azadiyê hati hildan.

Jinan piştî meşê xwe gihandin qada nêzî sînorê Bakurê Kurdistanê û li vir mîtîngek lidar xistin.

Di mîtîngê de peyamên Kongreya Star û Rêveberiya Xweser hatin xwendin, berxwedana Bakurê Kurdistanê û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) hatin silavkirin.

Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Jin jiyanê dafirîne" bi dawî bû.

...