Jinên KESK’î dê hefteyekê li qada bin

Jinên KESK’î dê hefteyekê li qada bin

Sekretera Jinê ya KESK'ê Canan Çalagan diyar kir ku, di serdema hikûmeta AKP'ê de li hemberî jinê tundî zêdebû. Çalagan anî ziman ku, jinên KESK'î dê bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Tundiya Dijî Jinê dê li qadan bin.

Jinên KESK'î li Navenda Giştî ya KESK'ê têkildarî bername û çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Tundiya Dijî Jinê civîna çapemeniyê li dar xistin. Sekretera Jinê ya KESK'ê Canan Çalagan, Sekreterê Perwerdehiya Giştî ya BES'ê Meryem Çag, Sekretera Perwerdeya Giştî ya Egîtîm-Sen'ê Ayfer Balikçi tevlî civînê bûn.

Sekretera Jinê ya KESK'ê Canan Çalagan xwend û diyar kir ku, ji ber polîtîkayên hikûmeta AKP'ê tundiya li hemberî jinê zêde bû û wiha got: "Di Tirkiyeya sala 2012'an de ji ber polîtîkayên desthilatdariya zilma ya hikûmeta AKP'ê di serî de jin û hemû derdorên din yên muxalîf zêde dibin."

Çalagan anî ziman ku, hikûmeta AKP'ê li dijî hemû derdorên dengê xwe derdixin û bertekan nîşan didin binçavkirin û girtin. Çalagan bi bîrxist ku, 67 endamên KESK'ê hatine girtin û wiha got: "Êrîşên li hemberî Konfederasyona me ya ku tu caran tawîz ji rêgezên xwe nedayîn pêk tên watedarin. Armanca hikûmetê ewe ku di her alî de bigihije armanca xwe. Li aliyekî bi êrîşa li dijî endamên me yên jin têkoşîna jinan li aliyê din di şexsê endamên me de jî têkoşîna kedê hedef hate girtin. Bi vê yekê dixwazin hêza rêxistinî ya kedê bêbandor bikin.

‘DI SERDEMA AKP'Ê DE LI HEMBERÎ JINÊ TUNDÎ ZÊDEBÛ'

Çalagan gotinên Serokwezîr Erdogan ên "Jin û zilam wekhev nînin" bi bîrxistin û da zanîn ku, di serdema AKP'ê de tundiya li hemberî jinê zêdebûn û wiha axivî: "Em jinên KESK’î bi slogana 'Cîhanek û Tirkiyekî ji tundiyê hatiye paqijkirin biafîrînin" em dê rêxistinbûna xwe bidomînin û ji hemû cureyên tundiyê re bêjin na." Çalagan bilêv kir ku, hikûmet li her derê qêrîna şer dike û wiha pê de çû: "Li şûna pirsgirêka Kurd bi riyên diyalog û muzakereyê çareser bike di polîtîkayên şer de îsrar dike. Girtiyên siyasî li dijî vê yekê derketin û 68 rojan çalakiya greva biçîbûnê berdewam kirin."

PLANSAZIYA ÇALAKÎ Û BERNAMEYAN

Çalagan plansaziya çalakî û bernameyan wiha rêz kir: "19'ê mijdara 2012'an de li kargehan kokartên li ser nivîsiyî 'Tundiya li dijî jinê berdewam dike, Serhildana me didome û em bêdeng namin, em xwe rêxistinî dikin û em dê bidin rawestandin" li singên xwe bixin. Em dê hefteyekê têkildarî mijarê daxuyaniyan bidin. Em dê di 21'ê mijdarê de ji jinên girtî re qertan bişînin. Piştî daxuyaniya bi slogana 'Li hemberî tarîtiya tundiyê ji bo em bibin ronahî li qadain' em dê findan hilbikin. 23'ê mijdarê em dê bi girseyî tevlî 2'yemîn rûniştina doza O.Ç. bibin. 25'ê mijdarê bi platformên jin û hêzên demokratîk û platformên şaxên KESK'ê em dê daxuyaniyê bidin."