Li Tikriyeyê û cîhanê bi mîlyonan jin di karên malan weke ‘koleyên nûjen’ bi heqdestekî kêm û bê ewlehî dixebitin. Keda jinê bi vî awayî nayê dîtin. Li Tirkiyeyê jî li dijî vê starta têkoşînek hevpar hat dayîn. Jinên DÎSK û KESK’ê ji 12’ê kanûnê de piştgirî dan kampanyaya ku di naveroka wê de tê gotin divê mafê mirovan a aborî-civakî yê karên malê a ku Rêxistina Xebatê ya Navnetewî (ILO) di 2011’an de dabû destpêkirin. Sekretera jinan a KESK’ê Canan Çalagan da zanî ku afrînerên vê têkoşînên jinên kedkarên malan û wiha got: “Hedefa me ev e ku çarçoveya kampanyayê de keda jinên kedkarên malan bê dîtin û mafên wan yên rêxistinî, aborî û civakî ji aliyê peymana ILO ve bê qebûlkirin. Di hiqûqa hundir de bê sererastkirin.”
Li gorî daneyên ILO’yê li cîhanê û Tikriyeyê ji 100 milyonî zêdetir jin di malên ku ne aydê wan de dixebitin. Ji sedî 82 ji van kedkaran jinên penaber in û ji jinên ciwan pêk tên.
Jinên ku bê qeyd tên îstîhdamkirin û rewşa ‘koleyên nûjen de ne’ li gorî têgeha ILO’yê wiha ye: “Kesên di li malan bi pere xizmetê dikin, bi pere li malan li zarok, kal, pîran dinêrin, kesên li mala paqijiyê dikin, nanpêjiyê dikin.” Ev jin bê sîgorte, bê ewlehî û sendîka dixebitin û di heman demê de keda wan jî nayê dîtin. Her roj gelek jinên kedkarên malan rastî şîdeta psîkolojîk û tacîzê tên.
LI DIJÎ ŞÎDET Û NEWEKHEVIYÊ TÊKOŞÎNA HEVPAR
Li gorî daneyê tê dazanîn di 2011’an de 51 jinên kedkarên malê ji ber pêşî lê negirtinê di cînayetên kar de mirine. Ji 400 zêdetir rastî tacîz û tecawîzê hatine. 3 hezar rastî qezaya kar hatin. Kedkarên jin yên malan ev du sala têkoşînê didin û mafên xwe yên rêxistibûnê dixwazin.
Ji bo jin mafên xwe bi dest bixin divê Biryara Pêşniyarkirina hejmara 201 û Peymana Karkerên Malê ya hejmar 189 a ILO’yê bê erêkirin û der barê parastina mafên kerdekarên malê de ewlehiyan bigire; Di vê biryarê de tê gotin welatên endamên ILO weke Tirkiyeyê divê di hiqûqa hundir de sererastkirinan bike.
Der barê mijarê de Sekretera Jinan a KESK’ê Canan Çalagan diyar kir di 12’ê kanûnê de bi jinên DÎSK’ê re xebatek hevpar kirine û wiha got: “Ev qad qada îstîhdama jin û zarokên penaber in. Ji sedî 82 jin jinan pêk tê. Li cîhanê û Tirkiyeyê wiha ye. Keda wan nayê dîtin. Karên lênerînê, paqijiyê û nanpêjiyê dikin. Ewlehiya wan a civakî nîne. En ne qada îstîhdamê ya qanûnî ye. Kî di van sektoran de dixebite. Çiqas dixbitin. Li Tirkiyeyê daneyê wan nîne.”
KEDKARÊN MALÊ EV TÊKOŞÎN DA DEST PÊKIRIN
Çalag da zanîn ku dem dem di qezayên kar de jin dimirin û bi vî awayî tên rojevê û wihagot: “ Bi dehan jin ji ber ewlehî nayê girtin dimirin. Ev têkoşîn kedkarên malan daye dest pêkirin. yanî jinên kedkar tên gel hev. Faliyetên sendîkavaniyê dimeşînin. Wan ev xist rojeva Tirkiyeyê. Li vî welatî xizmetên girîng hilberandn. Li dijî pirsgirêkan xwe bi rêxistin dikin. Em jî ji bo ev têkoşîn mezintir bibe hewl ddin.
DIVÊ EV QAD BÊ NASÎN
Çalagan wiha got:”Ev jin tenê dema di qezayên kar û şîdetê dibînin de tên rojevê. Ji bilî wê cihê wê tune. Di 2011’an ILO peyamek qebûl kir. Jin dixwazin ev li Tikriyeyê û cîhanê bê qebûlkirin. Ev peyman mafên rêxistinî û ewlehiyê dihundirîne. Nekarin li pey mafê xwe bigerin. Gelek pirsgirêkên wan hene. Rastî tundiyê tên. Divê qad bê nasîn.”
MAFÊN ABORÎ Û CIVAKÎ
Çalagan da zanîn ku armanca wan a vê kampanyayê eve k udi 2013’an de welatên endam vê peymana ILO’yê qebûl bikin û wiha got: “Ev ji bo hemû dewletê endamê ILO derbasdar e. Li Tikriyeyê jî girîng e. Em bi DÎSK’ê re kampanyayê dimeşînin. Armanca me Tirkiye vê peymanê qebûl bike di hiqûqa hundir de sererstkirina vê bike.Jinên Kedkarên malê kedek cidî didin. Ji bo me hemû karên girîng dikin. Divê ev ked bê dîtin.”
DU WELATAN PEYMAN QEBÛL KIR
Çalagan destnîşan kir ku Ûruguay û Filîpînan bi giştî du welatên cîhanê ev peyman qebûl kirine û got ku hedefa wan niha eve ku Tikriyeyê vê qebûl bike. Çalagan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mafên wan yên sendîkavaniyê nîne. Di qada kedkariyê de xwe bi rêxistin dikin. Lê em dixwazin hemû xebatkar di bin yek qanûnê de xwe bi rêxistin bikin. di Turk-Îş’ê de dikarin xwe bi rêxistin bikin.”
HEQDESTÊ KEDA XWE NAGIRIN
Çalagan wiha got: “Ji vir şûnde ji bo vê em dê xebatan bimeşînin. Di 8’ê Adarê û 25’ê mijdarê de em dê kampan û daxuyaniyan bidin. Pereyê ku digirin, ne heqdestê keda wan e. Ji ber ku jin li vê qadê dixebitin heqdestê hemûyan heman e. Jin nikarin bazara heqdest bikin. Ji ber ku pereyekê kêm digirin nikarin serî li cihekî bidin. Jinên li vê qadê dixebitin, neçar dimînin bi şev jî bimînin. Jiyana wan ya taybet namîne. Ewlehiya wan tune. Tamîn tune, ceza tune. Prosedur tune. Di tacîz û tecawîzan de jî dadgeh bersucan bê ceza dihêle.
Daxwazên jinên endamên KESK Û DÎSK’ê ev in:
*Divê hemû cureyên newekheviyê bên rakirin, jin û mêr wekhev bin
*Divê mafên wan yên endamtî û rêxistinbûnê hebe
*Divê heqdestê keda xwe bigirin
*Divê zarok wekê karkerên malê neyê xebitandin, bê qedexekirin
*Li dijî hemû îstîsmarî, tacîz û tecawizê divê sereraskirinên qanûnî bên kirin
*Divê şert û mercên ku li mirovahiyê tên bên afirandin
*Divê şert û mercên ewlehiya kar bên afirandin
*Divê mafê sîgorteya wan bê dayîn