Hevseroka Giştî ya HDP'ê Yuksekdag diyar kir ku jin wê têkoşîna aştiyê mezin bikin û ji AKP'ê re got, "Em ê bêdeng nebin". Yuksekdag bang li saziyên jinan, saziyên navneteweyî yên li dijî şer kirin ku dengê aştiyê bi hev re bilind bikin.
Koordînasyona Jinê ya Navenda HDP'ê, li avahiya navenda giştî civîneke çapemeniyê lidar xist. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag daxuyanî da û diyar kir ku bi hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê re gelên Tirkiyeyê tercîha xwe ji bo edalet, demokrasî û azadiyê bi kar aniye; hatiye dîtin ku ji bo yên HDP bi vê tercîhê şandine Meclîsê, daxwaza sereke aştî û çareseriya demokratîk e.
Yuksekdag da xuyakirin ku yek ji girîngtirîn endamên hilbijartinê ew e ku parêzvanên aştiyê jin, bi temsîliyeteke bilind vîna xwe gihandine Meclîsê û got, "Di serî de jin, gelên Tirkiyeyê bi hêza hevgirtina vê pêvajoyê re berpirsyariyeke mezin daniîne ser milê aktorên siyasî."
'GELAN XEYALA ERDOGAN RED KIRIN'
Yuksekdag da zanîn ku di pêvajoyeke ji aliyê aştî û çareseriya demokratîk ve dîrokî bû de rêveberiya AKP'ê di asta ku ji bo aştiyê tenê gavek mabû de, bi darbeyeke siyasî pêvajo sekinandiye û 4 meh in li ser Ocalan tecrîdê dimeşîne. Yuksekdag got, "Em gelekî baş dizanin ku Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û 'rêveberiya şer' a bi wî ve girêdayî çima ev pêvajo sekinandiye. Vê rêveberiyê, bi wergirtina ji sedî 13 ê dengan a HDP'ê re, israra gelan a di aştiyê de dîtiye û ji aştiyê tirsiyaye. Vê rêveberiyê careke din nîşan daye ku rêveberiya şer, rant, nelirêtî û dijminatiya li jinê ye. Dîtine ku aştî wê vî rûyê qirêj deşîfre bike û desthilatdariya wan hilweşîne. Ji ber ku gel bersiva 'Na' daye xeyala serokatiyê."
Bi kurtasî rêveberiya şer, aştî, demokratîkbûyîn, maf û azadî daniye aliyekî; artêşa kujer û tecawizkaran hevkariya bi barbarên DAIŞ'ê re, nîjadperestî, şovenîzm, dijminatiya li jinan û dîktatoriya yek kesî daniye aliyekî û vê rêveberiya şer tercîha xwe li aliyê darbe û dîktatoriyê yanî li aliyê şer kiriye."
'AKP JINAN WEKE DIJMINÊN XWE DIBÎNE'
Yuksekdag di dewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser heqareta Arinç a li jinan û wiha axivî:
"Di rûniştina taybet a Meclîsê de berdevkê hikûmeta şer dijminê jinan Bulent Arinç ji wekîla me Nûrsel Aydogan re got, 'tu weke jinekê hiş be'. Ev gotin jî nîşan dide ku aliyekî vî şerê li hemberî gel, li dijî jinê ye. Rêveberî û berdevkên şer, di vê pêvajoyê de bi taybetî jinan weke dijminên xwe yên divê werin bêdengkirin û çavtirsandin dibînin. Vê yekê jî di her firsendê de bilêv dikin. Ji ber ku gelekî baş dizanin ku şer herî zêde zerarê dide jiyan, ked, beden, nasname û vîna jinan, lewma têkoşîna herî xurt a ji bo aştiyê ji jinan tê.
Em jî vê rastiya ku AKP pê dizane dizanin û haya me jê heye ku sekinandina polîtîkayên şer ên AKP'ê sekinandina şerê li dijî jinê ye, mûxatabên bingehîn ên aştiya civakî jin in, lewma mîsyona me ye ku li dijî hikûmeta şer weke koalîsyoneke xurt a aştiyê têbikoş in.
Mafê aştiyê bi qasî mafê jiyanê bingehîn û pîroz e. Ji lewra li hember şer parastina aştiyê û israra aştiyê têkoşîneke li ser partiyan e. Em li vir weke jinên HDP’yî careke din bang li tevayî wekîlên jin ên partiyên wan di Meclîsê de ne dikin. Li hember polîtîkayên şer ên AKP’ê werin em aştiyê biparêzin. Ji ber ku ‘Taca aştiyê bi qasî ku bi ti taca saltanatekî neyê muqayesekirin pîroz û bi hêja ye.’ Vê ji me zêdetir kî dizane? Şer ku ji bo kesên xewnên dîktatoriyê dibînin rant, hêz û desthilatdarî ye; ji bo me jinan hilweşîn, êş û mirin e. ‘Tişta aştiyê dike zorê, tinebûna îdeala hevpar û îradeyê ye.’ Werin em bi hev re îradeya jinan bikin hevpar û têkoşîneke aştiyê ya bihêz pêş bixin."
'JI BO AŞTIYÊ EM Ê BÊDENG NEBIN'
Yuksekdag di serî jin bang li tevayî gel kir ku têkoşînê pêş bixin û got: "Em bang li tevayî sazî û rêxistinên jinan, saziyên navneteweyî yên li dijî şer dikin ku dengê aştiyê hê zêdetir xurt bikin. Em careke din bang li zîhniyeta ku wer difikire li ser şer, mirin û êşan wê bibe desthilatdar, rêveberiya şer û bi xeyala yek zilamtî şer li hember aştiyê vedikin; Em ê ji bo aştiyê bêdeng nebin, em ê bi we şer nedin kirin."