Jinên HDP’yî: Em di azadiya Birêz Ocalan de bi israr in

Koordînasyona Jinan a Navendî ya HDP’ê xwest dawî li tecrîda li hember Rêberê Gelê Kurd Ocalan bê anîn û deklarasyona Dolmabahçe bê bicihanîn. Jinan ji girtiyên nexweş re jî azadî xwestin.

Koordînasyona Jinan a Navendî ya HDP’ê xwest ku dawî li tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan bê anîn û deklarasyona Dolmabahçe bê pêk anîn. Jinan ji girtiyên nexweş re jî azadî xwestin.

Koordînasyona Jinan a Navendî ya HDP’ê li Navenda Giştî ya HDP’ê kom bûn û têkildarî civîna xwe daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat xwestin, Deklarasyona Dolmabahçe ya ji 10 xalan bikeve pratîkê, Heyeta Şopandinê û Komîsyona Heqîqetê bilez bê avakirin, tecrîda li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tavilê bê rakirin, şert û mercên tenduristî, ewlekarî û azadiyê yên Ocalan bilez pêk werin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em di vê baweriyê de ne ku eynika helwesta di mijara aştiyê de, azadiya muxatabê yekemîn ê hewldanên aştî û çareseriyê û mîmarê wê Birêz Ocalan e; di vê mijarê de em bi israr in.”

Koordînasyona jinan a HDP’ê ev daxwaz kir: “Dawî li qirkirina jinan û şîdeta li ser jinan bê anîn, çêkirina destûrek bingehîn a li ser esasê wekheviya zayendî, azadîxwaz a nû, serbestberdana girtiyên nexweş, zêdekirina bicihkirina jinan, sîgortekirina keda di nav malê de, butçeya navendî bi perspektîfa civakeke wekheviya zayendî amadekirin, di serî de girtiyên jin dawî li zexta li hember girtîgehan bê anîn, girtiyên siyasî serbest bên berdan, alîkariya civakî ya ji bo jinan bê qanûnîkirin û hêsankirin, avakirina wezareteke jinan a hemû karên zagonsazî û rêveberiyê ji aliyê jinan ve bên kontrolkirin, em di nava biryardariya xebata rêveberiya zêde de ne, ji bo wan sernavên ku di danezana me ya hilbijartinê de heye pêk bînin.

‘EM DI AZADIYÊ DE BI ISRAR IN’

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Biryara serdana piştgiriyê ji bo Kobanê hatiye girtin. Êrîşa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê ya piştî civîna me ya komê bi armanca qirkirinê ye; ji bo tola destketiyên dawî yên Şoreşa Rojava ye. Em dixwazin bal bikişînin ser êrîşên DAIŞ’ê wê li hember biryardariya azadiyê ya gelê me nekaribe bibe asteng, tenê wê hevkariya me mezin bike. Em ji bo jin, mêr, zarok, kal, ciwan, şervan hemû mirovên me yên ku di vê êrîşê de şehîd bûne sersaxiyê dixwazin; wê têkoşîna wan di azadiyê de bibe rastiya me ya israr û serketinê.”