Jinên HDP'î bi heyeta Danîmarkî re hevdîtin kirin

Jinên HDP'î bi endamên Parlamenta Danîmarkayê Sînem Demîr, Anne Hegelûnd û Temponeras re li ser înternetê hevdîtin kirin.

Bedevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Endama Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP'ê Ayşe Berktay, Berdevka Komîsyona Dîplomasiyê ya Jinên HDP'ê û Hevberdevka Maseya Rojhilata Navîn Gulistan Kiliç Koçyîgît, bi endamên Parlamenta Danîmarkayê Sînem Demîr, Anne Hegelûnd û Temponeras re bi rêya înternetê civînek kirin.

Başaran di hevdîtinê de ragihandin ku sîstema hevserokatiyê di pratîka xwecihî de bi cih hatiye anîn, lê belê siyaseta wekheviya zayendîparêziya civakî li Tirkiyeyê sûc tê dîtin.

Anne Hegelûnd jî anî ziman ku ew fikrê HDP'ê dipejirînin û got, "Di mijara wekheviya zayendîparêziya civakî de divê ew hîn bêhtir hevkariyê bikin" û xwestk u civînên bi HDP'ê re hîn bêhtir bikin.