Jinên HDK’yî: Em nekarin li dijî mirinên karkerên jin temaşevan bimînin

Meclîsa Jinan a HDK’ê têkildarî komkujiya karkerên li Manîsayê de daxuyaniyek da û diyar kir ku cînayetên çandiniyê û mêtingeriya kedê piranî pirsgirêka karkeriyê ya jinan e û bertek nîşanî hikûmetê da.

Meclîsa Jinan a HDK’ê têkildarî komkujiya karkerên li Manîsayê de daxuyaniyek da û diyar kir ku cînayetên çandiniyê û mêtingeriya kedê piranî pirsgirêka karkeriyê ya jinaye û bertek nîşanê hikûmetê da.

Meclîsa Jinan a HDK’ê têkildarî komkujiya karkeran a li Manîsayê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat diyar irin ku di encama kamyoneta ku karkerên çandiniyê dibir li tankerê qelibî de 13 jin bi tevahî 15 karkerî jiyana xwe ji dest dane û got jina bi navê Nesrîn Aydin jî sê mehî ducanî bû.

Di berdewamiyê de wiha hate gotin: “Li Manîsayê piranî jin 15 karker di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dane û ev qeza wek komkuijyekê ye. Vê jî şert û mercên ewlehiya canê karkerên çandiniyê careke din daniye holê. Piranî qezayên kar di qezayên trafîqê yên di kaseyên kamyonetan de pêk tên. Piranî kesên jiyana xwe ji dest dane karkerên jin in. Bê ewlehiya kar û wek hêza erzan a kar tên xebitandin. Jin, zarok hemû karê malbatê digirin ser milê xwe û bi heqdestên gelek di bin sînorê birçîbûnê de ne, neçar dimînin bixebitin.

Di 2014’an de 1886 karker, di 6 mehên ewil ên salê de 190 karker di cînayetên kar de hatin qetilkirin.  Di çandiniyê de cînayetên kar û mêtîngeriya kedê, pirsgirêka karkerên jin e. Ev mirin ne qeder in. Di encama mêtingeriyê de pêk tên.”

DAXWAZ

Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Tevî ku divê hikûmet li dijî vê tedbîran bigire, ti gavê navêje. Ji bo hikûmeta AKP’ê ya girîng, ev e ku  ji bo kar û rantê zextan li karkeran bikin.

Em jin êdî naxwazin qetilkirina karkeran di qezayên trafîkê de temaşe bikin.

Dewlet divê ji bo ewlehiya karkerên çandiniyê û ji bo karker di hawira bi ewle de bixebitin, wesayîtên serwîsê peyda bikin. Berpirsyariya dewletê aşkera ye. Divê hesabê vê bide.

Divê heqdestekî baş bidin karkeran û ji bo çareserkirina pirsgirêka wan demildest gav bên avêtin. Em ê têkoşîn û piştevaniya xwe mezin bikin.”