Jinên Fasî di hikûmetê de zêdetir temsiliyetê dixwazin

Jinên Fasî di hikûmetê de zêdetir temsiliyetê dixwazin

Li Fasê hevkarê desthilatdariyê rêberê Partiya Rizgariyê memoradum da Serokwezîr Ebdulîlah Bendîkran, û xwest temsîliyeta jinan di hikûmetê de zêdetir bibe.

Serokê Partiya Rizgariyê ya hevkarê desdesthilatdriyê Hamît Sabat, ji bo ku serokatî ji nûve bê sererastkirin, daxwazeke fermî kiribû ku bila di hikûmeta Fasê de temsiliyeta jinê zêdetir be.

Sabat di memoranduma ku da serokwezîr de wiha wiha got: “Di hikûmetê de temsîliyeta jinê ji bihigihe ji sedî 20’î dê derfeteke gelek baş ji bo hikûmetê çêbibe.”

Niha, ji hikûmeta Ebdulîlah Benkiran ji 31 wezîrî tenê yek jin e. Bassîma Hakkawî ya ku ji partiya Edalet û Pêşvebirinê ya Fasê parlamenter e, peywira Wezîrtiya Pêşvebirina Civakî, Malbatî, Jinan û Şêwirmendiyê dike.

Di mijara wekheviya jin û mêran de Fas di cîhanê de li cîhekî ne baş disekine. Bi taybetî di qada tevlibûn, aborî, perwerdehî, siyaset û tenduristiyê de newekheviyeke mezin heye. Foruma Aboriyê ya Cîhanê di mijdara 2011’an de raporek weşand û li gorî raporê di navbera 135 welatan de Fas di rêza 129’an de ye.

Di qada wekheviya jin û mêran de Fas di navbera Benîn (128) û Peravên Qîlê Fîlan (130) de cih digire. Her wiha Fas di cîhana îslamê de jî piştî Îran (125), Misir (123), Cezayîr (121), Urdun (117), Morîtanya (114) û Tûnisê (108) tê.

Tevgerên jinan ji bo wekhevî pêk were diyar dikin ku hewcedarî bi guherîne zihniyetê heye. Ji ber vê jî divê di pergala perwerdeyê de perwerdeya zayendê jî bê bicihkirin. Her wiha zarokên keç derbarê bdena xwe de pir dereng dibin xwedî agahî.

Tê destnîşankirin ku di vî alî de zarokên keç ligel zarokên kur mezin bibe gelek girînge.