Jinên Enqereyî rojnameya Star protesto kirin

Jinan li hember nivîsa Rojnameya Star a Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag nerazîbûn nîşan dan, bal kişandin ku rojnameya komkujiyên DAIŞ’ê ji nedîtî ve tê piştgiriyê dide DAIŞ’ê û polîtîkayeke dijmintiya jinan dimeşîne.

Jinan li hember nivîsa Rojnameya Star a Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag nerazîbûn nîşan dan, bal kişandin ku rojnameya komkujiyên DAIŞ’ê ji nedîtî ve tê piştgiriyê dide DAIŞ’ê û polîtîkayeke dijmintiya jinan dimeşîne.

Jinên li hmber nivîsên Rojnameya Star ên li hember Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag nerazîbûn nîşan dan, bal kişandin ku rojnameya komkujiyên DAIŞ’ê ji nedîtî ve tê piştgiriyê dide DAIŞ’ê û polîtîkayeke dijmintiya jinan dimeşîne. Jinan gotin: "Destên xwe ji jinan vekişînin.”

Endamên Meclîsa Jinan ên li Cadeya Sakarya hatin gel hev pankarta, “Ti di dijmintiya jinan de STAR î. Bila Rojnameya Star bê girtin. Fîgen Yuksekdag ne bi tenê ye” vekirin, dirûşmên; "Jin jiyan azadî" û "Yuksekdag ne bi tenê ye" gotin.

Îdîl Ozbek a li ser navê jinan daxuyanî xwend diyar kir ku medyaya cinsiyetperest li ser kar e û got: "Rojnameya Star a timî bi gotinên cinsiyetperest êrîşî jinan dike vê carê jî êrîşî Fîgen Yuksekdag kir.” Ozbek , bal kişand ku rojnameya komkujiyên DAIŞ’ê ji nedîtî ve tê piştgiriyê dide DAIŞ’ê û polîtîkayeke dijmintiya jinan dimeşîne.

Ozbek da xuyakirin ku di serî de Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davûtoglu di şer de israr dikin û wiha axivî: "Lê jinan timî li hember polîtîkayên şer di polîtîkayên aştiyê de israr kirin, lewma bûn hedef.”

Ozbek ev bang li Rojnameya Star kir: "Destên xwe ji ser jinan bikişînin. Wê jin we darizînin.” Daxuyaniya çapemeniyê bi dirûşm û tilîliyan bi dawî bû.