Jinên Efrînê 8’ê Adarê bi çalakiyên girseyî pêşwazî kirin
Jinên Efrînê yên ku rastî êrîşên komên çete û dewleta Tirk tên, 8’ê Adarê bi çalakiyên girseyî pêşwazî dikin.
ANF
EFRÎN
sêşem, 8 adarê 2016, 13:48
Jinên Efrînê yên ku rastî êrîşên komên çete û dewleta Tirk tên, 8’ê Adarê bi çalakiyên girseyî pêşwazî dikin.
Li navçeya Mabeta ya Kantona Efrînê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîrozbahiyeke navendî hat organîzekirin.
Bi hezaran jinên ji navçe û bajarê Kantona Efrînê bi dirûşmeya "Berxwedaniya jinên Bakur bi pêşengîtiya jinên 8’ê Adarê bi ser dikeve" li ser rêya ketina navçeya Mabetayê kom bûn û ber bi cihê pîrozbahiyê ve herikîn.
Jinên ku cil û bergên folklorî li xwe kirin bi dirûşmeya "Jin, jiyan û azadî" diherikin navçeyê. Jinan her wiha pankartên "Bi jina azad ber bi Neteweya Demokratîk ve", "Berxwedana jinê li hemberî qirkirina nasnameya Kurdî ye" û "Duh Roza bû û îro jî Sara ye, tu ji bîr neke" vekirin.
Hevseroka Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê Hêvî Mustefa, nûnerên Meclîsa Herêmên El-Şehbaa, jinên partiyên siyasî, şervanên YPJ û nûnerên saziyên civaka sivîl tevlî vê pîrozbahiyê bûn.
Qada ku pîrozbahî lê hat lidarxistin ji aliyê hêzên Asayîşa jin, Hêzên Parastina Civakî yên Jin tê parastin û tevgera çûn û hatin jî ji aliyê polîsên trafîkê tê kontrolkirin.
Cihê şahiyê bi wêneyên cangoriyên azadiyê yên jin, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Yekîtiya Star û sembolên Kurdî hatine xemilandin.
Di pîrozbahiyê de, li ser navê Kongreya Star, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û şandeyên beşdar bûne axaftin hatin kirin.
Wê pîrozbahiya 8’ê Adarê heta saetên şevê bidomin.