Jinên Dêrsimî ji bo Kevser Elturk derketin kolanan

Hevparên KJA yên Dêrsimê înfaz û îşkenceya li hember şervana YJA Star Elturk protesto kirin.

Şervana YJA Star Kevser Elturk (Ekîn Wan) a li navçeya Gimgim a Mûşê piştî jiyana xwe ji dest sa, îşkence li cenazeyê wê hat kirin, di pêşengiya hevparên KJA Dêrsimê de ji bo li Kolana Sanat çalakiyek protestoyî hat lidarxistin.

Di çalakiyê de pankarta, "Ekîn Wan Rûmeta me ye, Sedema Têkoşîna me ye” hat vekirin, Hevşaredara Dêrsimê Nûrhayat Altûn, parlamenterên  HDP’ê yên Dêrsimê Edîbe Şahîn û Alîcan Onlu, parlamenterên Stenbolê Erdal Ataş, Alî Kenanoglu û Turgut Oker, nûnerên jin ên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl tevlî çalakiyê bûn.

'ZÎHNIYETEKE KU 90’AN DERBAS DIKE!'

Altûn a di çalakiyê de axivî got: "Ev xak; ji Zarîfeyan, Besêyan, Zîlanan heta Sakîneyan bi destanên berxwedana jinan tijî ye. Têkoşîna azadiyê ya jinan a koka wê pir xurt e, meşa azadiyê jî bi hêz û kevneşopiya ji vê kevneşopiyê girtiye li tevayî cîhanê belav dibe û didome.”

Altûn wiha dewam kir: "Dewlet li hember Kurdan û jinan bi polîtîkayên komkujî, tacîz, tecawiz, bi awayekî tazî ku li pişt panzeran kaş dike, bedenan parçe dike, girtin, tirsandin û pelçiqandinê re sûcê mirovatiyê dike û dixwaze têkoşîna azadiyê ya jinan asteng bike.”

Altûn diyar kir ku bi pêkutiyên bi demên dawî re zîhniyeke ku salên 90’an derbas kiriye rû dide.

Altûn destnîşan kir ku li hember her êrîşa li dijî beden, nasname û îradeya wan wê hê rêxistinkirî û bi têkoşînê bersivê bidin û hesab ji polîtîkayên tecawizkar bixwazin.

'LI ŞENGALÊ DAIŞ, LI GIMGIMÊ AKP'

Parlamentera HDP’ê ya Dêrsimê Edîbe Şahîn jî got: "Tiştên çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê pêk anîne îro li Gimgimê li hember hevala me Ekîn hatiye kirin. Di serî de jin êrîşî her tiştên civakî hatiye kirin. Merheleya em îro gihiştinê şerma mirovatiyê ye.”