Jinên Cizîrê 8’ê Adarê bi silavkirina berxwedana Bakurê Kurdistanê pêşwazî kirin

Li Kantona Cizîrê ya Rojava jinan aktivîteyên 8’ Adarê li Endîwer û Dirbesiyê li sînorê Botanê li dar xistin, peyamên piştgiriyê yên berxwedana Bakurê Kurdistanê dan.

Li Kantona Cizîrê ya Rojava jinan aktivîteyên 8’ Adarê li Endîwer û Dirbesiyê li sînorê Botanê li dar xistin, peyamên piştgiriyê yên berxwedana Bakurê Kurdistanê dan.

Li Kantona Cizîrê bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, bi hezaran jin li Dêrik û Dirbêsiyê herikîn ser sînorê Bakur. Jinên Kurd, Ereb û Suryanî ku sînor veguherandin deryaya rengan, bi axaftin, dirûşm û pankartên xwe peyamên wekî “Azadiya jinê stûna bingehîn a têkoşîna azadiya civakê ye”, “Bi pêşengiya jinê berxwedana Bakurê Kurdistanê wê bi ser keve” dan.

Jinên li bajarên Kantona Cizîrê îro bi minasebeta 8’ê Adarê ku yek ji rojên sembola têkoşîna jinan e, ji 2 aliyan ve herîkin ser sînorê Bakur û piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana Bakurê Kurdistanê anîn ziman.

CIZÎRA BOTAN SILAV KIRIN

Jinên ji bajarên Tirbespiyê, Girkê Legê û Dêrikê, çûn gundê Endîwerê yê li hemberî Cizîra Botan û mitîngek li dar xistin. Di mitîngê de Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yûsif, nûnerên jin ên rêveberiya xweser, rêveberên rêxistinên sivîl, komîn û meclîsan û bi hezaran jin amade bûn. Jinên Kurd, Ereb û Suryan bi cil û bergên xwe yên neteweyî bal kişandin.

Li ser sînor jinên ji 7 salî heta 70 salî, pankartên ku pêşengiya jinan û têkoşîna hevpar a di civakê vedibêjin, her wiha berxwedana jinên Bakur silav dikin, vekirin û dirûşmeyên bi heman naverokê berz kirin. Jinên ku berê xwe dan Cizîra Botan hem hêrsa xwe ya li dijî êrîşên AKP’ê anîn ziman, hem jî berxwedana jinên Bakur silav kir.

6 BAJAR LI DIRBÊSİYÊ KOM BÛN

Jinên ji bajarên Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Til Temir û Hesekê, bajaroka Zirgan jî, li bajarê Dirbêsiyê li ser sînorê Bakur kom bûn. Li vir jî bi hezaran jinên ku cil û bergên neteweyî li xwe kiribûn, bi wêne, pankart û dirûşmeyan peyamên xwe ragihandin.

Li vir pankartên herî zêde bal kişandin, pankartên bi nivîsa, “Azadiya jinê stûna bingehîn a têkoşîna azadiya civakê ye”, “Bi pêşengiya jinê berxwedana Bakurê Kurdistanê wê bi ser keve” bûn.

Jinan, her wiha jinên ku bi zarokên xwe re hatibûn destnîşan kirin ku heta îradeya jinê nebe, civakek jî azad nabe. Her wiha berxwedana jinên Bakurê Kurdistanê jî silav kirin.

...