Jinên Ciwanên Azad: Em tecrîda li ser Rêbertiyê bişikînin

Jinên Ciwanên Azad, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga çalakiyan li ciwanan kirin.

Jinên Ciwanên Azad, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga çalakiyan li ciwanan kirin.

Jinên Ciwanên Azad, têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em tecrîda li ser Rêbertiya xwe şermezar dikin. Pêvajoya çareseriyê ya di çarçoveya pêngava avakirina jiyana azad û neteweya demokratîk a Rêbertiya me daye destpêkirinê de, îro hatiye sekinandin. Pêngava ku yekîtiya gelan esas digire di Newroza 2013’an de hat deklarekirin. Ev pêvajoya ku berhema sebra bi heybet ya Rêbertiya me ye, veguheriye pêvajoyeke din. Hikûmet niha di pozîsyoneke dij pêvajoyê de ye."

'AKP'Ê DÎT TÊK DIÇE, TECRÎD ŞIDAND'

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku têkoşîna mirovahiyê ya li Rojava û Rojhilata Navîn hêz daye pêvajoyê û nîşan daye ku ti hêz li pêşberî çareseriyê nikare bisekine û wiha hate gotin: "Hatiye dîtin ku ev çareserî wê berjewendiyên AKP’ê û dewleta Tirk serûbin bike. Li ser vê yekê serî li tecrîdê dan. Em şopdarên Arîn, Silav û Zîlana ne. Em ê tecrîdê dilsoziya xwe ya bi Rêbertî û şehîdan,  bişikînin. Em bang li hemû jinên ciwan û hemû ciwanên Kurd dikin ku di vê esasê de bibin hevrê û em banga çalakîbûnê li ciwanan dikin."