Jinên ciwan li Dortmûndê semîner û mîtîng li dar xistin

Tevgera Jinên Ciwan ên Têkoşer bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Dortmûndê mîtîng û semînerek li dar xistin.

Tevgera Jinên Ciwan ên Têkoşer bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li bajarê Dortmûndê yê Elmanyayê mîtîng û semînerek li dar xistin.

Jinên ciwan ên çalakgerên TEKOJIN’ê li Dortmûndê tevî gelek saziyên enternasyonalîst mîtîng li dar xistin. Çalakgeran derbarê kampanyaya ‘Em dibêjin na’ agahî dan û diyar kirin ku ew li dijî şîddeta mêr û jinan ‘Îdeolojiya Rizgariyê ya Jinan’ diparêzin û wê jin tevî têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şîddeta mêr û dewletê têk bibin.

SEMÎNER

Jinên ciwan derbarê ‘çanda tecawizê’ û ‘kuştina mêrbûnê’ û ‘xwebûnê’ semîner dan. Jinan derbarê van meseleyan nîqaş kirin û bal kişandin ser girîngiya jin, xweza û xwebûnê.

Di çalakiyê de derbarê berxwedana jinan sînevîzyonek hate nîşandan.