Jin wê di Festîvala Sakîne Cansiz de li hev bicivin

Jinên ku dibêjin "Cîhan wê bi têkoşîna Sarayan bixemile" xwe amade dikin ku di Festîvala 5. a Sakîne Cansiz de li bajarê Zurîch ê Swîsreyê li hev bicivin.

Festîvala Jinê ya Sakîne Cansiz ji bo bîranîna şoreşgerên Kurd ên 9'ê Çileya 2913'an li Parîsê hatin kuştin; Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi rengekî kevneşop her sal li Swîsreyê tê li darxistin. Festîvala îsal ku cara 5'an de wê pêk were, 10'ê Hezîranê roja Yekşemê li bajarê Zurîchê ye.

Festîval ji aliyê Tevgera Jinên Kurd li Swîsreyê, Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB), Yekîtiya Jinên Kedkar, Yenî Kadin, SYKB, Mor Verein Frauenlesbenkasama, Bewegung fuer Sozialismus (BFS), Frauengruppe Medico International, Solifon Zuerich, Kamus Cadilari, PYD-Jin, Kaffedonne, Babachincin, Labyrinthplaz, Frauenlora, Partîzan Kadin, Zuerich Amed Komitee, Wilp International Womens, Frauen Buendnis, MLGS, Tev-Cand û Komalên Jinên Ciwan tê organîzekirin û amadekarî qediyane.

'ŞÎDETA LI JINÊ Û BERXWEDAN'

Li qada festîvalê wê kon bên vedan. Li aliyekî wê panelên li ser mijara "Şîdeta li jinê û berxwedan" bên lidarxistin, li aliyê din jî wê çalakiyên çand û hunerî pêk werin. Wekî din wê dengbêj jî dîwana xwe deynin.

Ji bo zarokan jî bernameyeke taybet hatiye amadekirin ku bi lîstik û pêşbirkên cihêreng wê dilê zarokan bi festîvalê şa bibe.

HATINEYA FESTÎVALÊ WÊ JI EFRÎNIYAN RE BÊ ŞANDIN

Hatineya festîvalê wê ji şêniyên Efrînê re bê şandin ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê neçar man Efrînê biterikînin û li herêma Şehbayê bi cih bibin. Li qada festîvalê wê ji bo Amedsporê jî standek bê danîn û lîstikvanê berê yê Amedsporê Denîz Nakî wê formayên kulûba xwe îmze bike. Hatineya ji vir jî wê ji Efrîniyan re bê şandin.

GELEK HUNERMEND WÊ DERKEVIN SER DIKÊ

Tevî koma dengbêjan, koroya jinan, koma defê û komên govendê, wê gelek hunermendên Kurd, Swîsreyî, Îtalyanî û Fransî jî derkevin ser dikê. Wekî din jinên ji gelên cuda jî wê bi rengê xwe tevlî festîvalê bibin.

JINÊN JI GELEMPERIYA CÎHANÊ WÊ LI WIR BIN

Festîvala ku di çarçoveya têkoşîna Sakîne Cansiz û hevrêyên wê de tê lidarxistin, her sal hinekî din enternasyonal dibe. Bandora Şoreşa Rojava û Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan a li ser jinan, dike ku jinên ji nasnameyên cuda di Festîvala Sakîne Cansiz de li hev bicivin.

'CÎHAN WÊ BI TÊKOŞÎNA SARAYAN BIXEMILE'

Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê bang li hemû jinên li Swîsreyê kir ku bi rengê xwe tevlî festîvalê bibin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em mesaja xwe ya 24'ê Hezîranê hemû bi hev re li qada festîvalê bidin. Em ji bîr nekin; cîhan wê têkoşîna Sarayan bixemile."