Jinên Başûrî: Qeder û xeyal nîne; em rabin ser piyan!
Jinên ciwan ên Başûrî dan xuyakirin, ku jinên xwe bi hêza xwe re li herêmê û cîhanê pêşengiyê ji avakirina sîstemeke demokratîk re dikin û bang li hemû jinan kirin, ji bo di vê pêvajoya dîrokî de cih bigirin.
ANF
KERKÛK
duşem, 7 adarê 2016, 11:19
Jinên ciwan ên Başûrî dan xuyakirin, ku jinên xwe bi hêza xwe re li herêmê û cîhanê pêşengiyê ji avakirina sîstemeke demokratîk re dikin û bang li hemû jinan kirin, ji bo di vê pêvajoya dîrokî de cih bigirin.
'EM DIKARIN CIVAKEKE BÊ ZEXT, BÊ ŞER Û BÊ TALANKARIYÊ AVA BIKIN'
Xwendekara zanîngehê Rejna Tarik da xuyakirin, ku jinên Kurd ên rêxistinbûyî mora xwe danîne binê serketinê ku ji aliye her kesî ve weke 'xeyal' dihatin dîtin û got, "Bêguman azadî hêsan nîne. Ji nû ve avakirina civakê, avêtina sîstema bi serdestiya mêr ji nava civakê, ne hêsan e. Lê belê têkoşîna rêxistinbûyî ya jinên Kurd nîşan da ku ev xeyal nîne. Eger em hinekî din xwe bi rêxistin bikin, li dora têkoşînê bicivin, em li her derê hêza xwe rast bi kar bînin, hingî bi pêşengiya jinê em ê karibin civakeke bê zext, bê şer û bê mêtîngerî ava bikin."
'AZADIYA JINÊ AZADIYA CIVAKÊ YE'
Ji xwendekaran Şengê Abdullah jî bal kişand ser rola jinan a di avakirina civakî de û got, "Azadiya jinê tê wateya azadiya tevahiya civakê."
Şengê Abdullah bibîr xist, ku koledarî di destpêkê de li hemberî jinê hat kirin û destnîşan kir, ku eger tê xwestin civakeke azad were afirandin, divê beriya her tiştî jin azad bibe.
Şengê got, "Eger tiştek li ku winda kiribe, hûn dikarin li cihê lê winda kirine bibînin. Civakê jî azadiya xwe bi dîlgirtina jinê re winda kir. Lewma ya divê were kirin; bi azadiya jinê re ji nû ve afirandina azadiya civakê ye. Bi taybetî asta ku jinên Kurd bi dayîna berdêlên mezin re têkoşîn gihandiye, ne biçûk e. Tevahiya jinên cîhanê îro ji têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd îlhamê digirin. Divê em her cihê lê ne veguherînin qada têkoşînê û bi vî rengî civakeke azad û demokratîk bi pêşengiya jinê biafirînin. Ji ber vê yekê, ne tenê 8'ê Adarê divê em temamiya wextê xwe bidin azadiyê."
'DIVÊ JINÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ RABIN SER PIYAN'
Xwendekarên jin ên ji Başûrê Kurdistanê bibîr xistin ku li Başûrê Kurdistanê her sal bi sedan jin rastî şîdetê tên, tên kuştin û xwe dişewitînin. Jinan gotin, "Ev qedera me nîne. Jinên li Başûrê Kurdistanê mîna jinên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê bi afirandina têkoşîna rêxistinbûyî re dikarin pêşî li vê bigirin. Lewma divê êdî jin li Başûrê Kurdistanê rabin ser piyan, xwe bi rêxistin bikin, li dijî vê sAîstema ku jinê dike kole û tine dihesibîne, derkevin."