Jinên Amedî: Hêviya me HDP ye!

Jinên Amedî anîn ziman ku wê dengê xwe bidin HDP’ê ya ku ji bo wan bûye hêvî û gotin: “Pêwîstiya hemû Tirkiye û dayikan bi HDP’ê û Demîrtaş heye.”

Xebatên hilbijartina 24’ê Hezîranê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bê navber dewam dike. Têkildarî hilbijartina 24’ê Hezîranê dayikên Amedî ji ANF’ê ra axivîn.

“EM Ê BIKE Û TILÎLIYAN BERSIV BIDIN’

Dîlan Yûmlû: Di pêvajoya 16 salên desthilatê ji derveyî kaos û kirîzan tiştekî li vî welatî nehatiye bidestxistin. Hêviya min bi HDP’ê ya ku tevahî rengên Tirkiyeyê û dengê Tirkiyeyê li xwe digire heye.  Weke jinekê di nava HDP’ê û li Tirkiyeya ku Selahattîn Demîrtaş ê bûna serokkomar xwe hê bi kesekî xwedî azadiya demokratîk dibînim. Jinên li vir wê li dijî hişmendiya yekparêz di şoreşa 24’ê Hezîranê de bi ken û tilîliyan bersiv bidin. Eger ku bi xwe bawer bin bila li gel Demîrtaş bi awayeke azad bikevin pêşbirkê. Ji bo Tirkiyeya nû pêwîstî bi Demîrtaş heye. Pêwîstiya Misilman, Xiristiyan û Elewiyan bi Demîrtaş heye. Pêwîstiya hemû dayikan bi Selahattîn Demîrtaş heye. Pêwîstiya hemû Tirkiyeyê bi serokê ciwan û bedew heye.”

‘HEYÎN JINAN A LI MECLÎSÊ KEYFXEŞÎ YE’

Bêrîvan Yalçin:  Gel di gelek aliyan de bê biryar e. Ji ber vê bang li gel dikim, li ser rêya rast û bi awayekî rast dengê xwe bikar bînin. Êdî em nebin parçe. Mafê me yê gotinê heye.Tevî ku sûcên hevserokên me jî nîne, lê niha hemû digirtîgehê de ne. Êdî em ji vê desthilatê re bêjin bes e, dest bidin destê hev. Tiştek nîne ku jin bi ser nexîne. Ji ber ku tişta jin dest bide wê bi encam bibe. Jin bi serê xwe her tişt e. Hebûna jinn a li Meclîsê keyfxweşî û rûmet e. Ez ji wan bawerim.

‘HDP WÊ AŞTIYÊ BÎNE WELAT’

Emîne Kaya: Ez bi hêvî û bawerim em ê bi ser bikevin, ev ji bo me fersendeke. Selahattîn Demîrtaş kesekî baş serkeftiye. Vê bi her aliyê xwe dide der. Rewşa wî ya girtî bandorê lê nake. Em bi hêvî ne ku tevlî girtiye jî wê bi ser keve. HDP’ê nêzî xwe dibînim. Yekan e partiya nêzî me HDP’ ye ji bo vê dengên me ji bo HDP’ê ne. Ez bi bawerim ku wê HDP aştiyê bîne welat. Heqaretên li qadan li jinan tê kirin li ber çavan in. Heqaret li gel û hevserokên me tên kirin, ev nayê qebûlkirin û bi tundî şermezar dikim. Jin vê dibîne, ji bo vê dengê xwe didim HDP’ê û bawerim ku wê hemû jin dengên xwe bidin HDP’ê.

‘24’Ê HEZÎRANÊ ROJA RIZGARIYA JINÊ YE’

Mizgîn Taşdemîr: Ez di wê hêviyê deme ku 24’ê Hezîranê bibe roja rizgariya jinan. Ji ber ku bi sedê salan ê piştî mîlat û beriya mîladê li ferqa hêza jinê de bûn, me tim dixiste plana duyemîn. Ev hilbijartin ji bo me şanseke. 24’ê Hezîranê wê ji bo me pir baş bibe. Bi kinahî ev hilbijartin wê bibe dengê jinan.