Jinên Şehba: Dem dema azadiya jinê hatiye

Li Şehbayê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanî bi şahî û kelejaneke mezin ji aliyê jinan ve hate pîrzokirin.

Jinên herêma Şehba û Efrînê bi Kurd, Ereb û Tirkmenên xwe ve, bi wesîleya 8'ê Adarê li gundê Elwşê ya navçeya Ehdas kombûn û bi şahiyeke mezin pîroz kirin.

Di şahiyê de jinê bi navê Semîra Mihemed di şahiyê de axivî û ev got: “Îro Roja Jinên Kedkar a Cîhanî li hemû jinên cîhanê û bi taybet li jinên Kurd pîroz dikin. Ji bo wê jî pêwîste ku em weke jin têkoşîna xwe hê bilintir bikin. Divê em li hemberî zihniyata desthilatadar şer bikin û maf û hiqûqê xwe bi dest bixin."

jinê bi navê Necah Hisên ya ji pêkhateya Ereb jî roja 8'ê Adarê li hemû Jinên kedkar û jinên ku di çepera şer de şer dikin pîroz kir û wiha dewam kir:" îro em hatine qada şahiyê ji bo em ji hemû cîhanê re bêjin ku em ê her tim li qadan têkoşîn bikin heta ku em serfiraziyê û azadiyê bi dest bixin."

Kordînesyona Kongreya Star a herêma Efrînê Ferîde Îbo got:" îro em li vê derê bi coşek  û kefxweşiyeke mezin roja 8'ê Adarê pîroz dikin. Em vê rojê li hemû jinên kurd pîroz dikin. Ev bû  3 sal em roja 8'ê Adarê pîroz dikin. Ji bo vegera Efrînê her diçe moralê me her diçe bilind û zêde dibe. Ji bo wê em ê her tim têkoşîn û hêza xwe xurtir bikin."

Di dewama şahiyê de jî endamê kordînesyona Kongra Star Wehîde Xelîl axivî û xuya kir ku pêwîst e jin her biçe têkoşîna û berxwdaniya xwe xurtir bike, ji ber ku dem dema azadiya jinê ye. Xelîl got: “8'ê Adarê li hemû jinên cîhanî û bi taybet jinên Sûriyê pîroz dikin û ez bi hêvî me ku ev sal bibe sala azadiyê hemû jinên bindest.”

Şahî bi gerandina govendê û pêşkêşkirina komên şano ku rewşa jinan rave bi dawî bû.