Jineke din ji ber ku xwest cihê bibe hate kuştin
Li navçeya Kartepeyê, Îsa Kosecîk bi kêrê Sevda Kosecîk qetil kir ku li ber cihêbûnê bûn.
Li navçeya Kartepeyê, Îsa Kosecîk bi kêrê Sevda Kosecîk qetil kir ku li ber cihêbûnê bûn.
Li navçeya Kartepe ya Kocaeliyê, mêrê bi navê Îsa Kosecîk, bi kêrê Sevda Kosecîk qetil kir ku Sevda Kosecîk dixwest jê cihê bibe.
Kujer Îsa Kosecîk, dema ku zarok li malê bûn hate malê û bi kêrê êrişî Sevda Kosecîk kir. Piştre jî ji cihê bûyerê reviya.
Piştî ku zarokan agahî dan xizmên xwe, Sevda Kosecîk bi birîneke giran rakirin nexweşxaneyê, lê belê jiyana xwe ji dest da.
Kujerê ku piştî bûyerê reviya hate destîrkirin.