Jinan Soylû û Yanik protesto kirin

Jinan wezîrên Tirk Suleyman Soylû û Derya Yanik protesto kirin û xwestin bila her du wezîr îstîfa bikin.

ENQERE

Parlementerên jin li meclîsê civîneke çapemeniyê lidarxistin û xwestin bila Soylû Yanik îstîfa bikin

Parlementera Edeneyê Muzeyyen Şevkîn nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî da û got “Em qebûl nakin ku wezîr bibêje şîddet dikare were tolerekirin. Divê ev wezîr îstîfa bike.”

MELETÎ

Platforma Jinan a Demokratîk a Meletiyê derbarê feshkirina Peymana Stenbolê û daxuyaniya wezîr Yanik li pêşiya Midûriyeta Bajêr a Malbat, Xebat û Xizmeta Civakî daxuyaniyek da. Di çalakiyê de dovîzên ‘Jin, jiyan, azadî’ û ‘Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin’ hate vekrin. Sekretera Şaxa SES’ê ya Meletiyê Emel Karakûş nerazîbûn nîşanî gotina Derya Yanik a ‘Şîddeta li ser jinan dikare were tolerekirin’ da û xwest bila Yanik îstîfa bike.

DÎLOK

Meclîsa Jinan a Dîlokê ya KESK’ê jî daxuyaniyek da û diyar kir ku gotinên wezîr Derya Yanik ‘Şîddeta li ser jinan dikare were tolerekirin’ tê wateya ku desthilatdarî çawa nêzikî jinan dibe.

AMED

Meclîsa Jinan a KESK’ê ya Amedê li şaxa Egîtîm-Senê ya Nimreya 2’emîn daxuyaniyek weşand. Di çalakiyê de ‘Şîddeta li dijî jinan nabe ku were tolerekirin’ û hate xwestin bila Yanik Îstîfa bike.