Jinan serdana malbata Poyraz kir
Endam û rêveberên rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî, serdana malbata xebatkara HDP'ê Denîz Poyraz kir.
Endam û rêveberên rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî, serdana malbata xebatkara HDP'ê Denîz Poyraz kir.
Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran, endamên Koordînasyona Jinê, Parlamentera Îzmîrê Serpîl Kemalbay û Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr, Hevberdevka Partiya Keskan Ayşe Erdem, endama Desteya Rêveberiya Navendî ya Meclîsên Jinan a Sosyalîst Çîçek Otlû, endamên saziyên Piştevaniya Mor, Jin bi hev re xurt in, Komeleya Nivîskarên Jin a Îzmîr, Meclîsa Jinê ya KESK'ê serdana malbata Denîz Poyraz kir, ku li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê hate qetilkirin.
Heyeta jinê li ber Nûnertiya Çîmentepe ya HDP'ê ku konê sersaxiyê hatiye vedan, daxuyanî da.
KEMALBAY: EV ÊRIŞ LI DIJÎ GELÊ KURD E
Parlamentera HDP'ê Serpîl Kemalbay got, "Ev êrişa nemerdane ne tenê li dijî HDP'ê ye, li dijî gelê Kurd e, li dijî jinên Kurd e, li dijî têkoşîna yekbûyî ya gelên Tirkiyeyê ye. Êriş li ser hêviya me ya ji bo jiyana nû ye." Kemalbay got, "Em li vê derê dibêjin em hemû Denîz in, hemû Denîz Poyraz in û Denîz naqedin."
Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran jî got, "Denîz Poyraz jinên têkoşer hemû ne" û wiha dewam kir, "Li vî welatî tifaqa AKP-MHP'ê ye heye ku yekperest e û êrişî yê li hemberî xwe dike. Di encama polîtîkaya dijminîkirinê de ya vê tifaqê, avêtin ser avahiya partiya me ya Îzmîrê û komkujî kirin."
Başaran got, "Ji wan heye ku bi êrişan dikarin têkoşîna me ya rêxistinbûyî ji hev belav bikin. Lê belê divê her kes zanibe; Em ê xeyalên Denîz pêk bînin û paşerojeke ronî ava bikin."
Başaran got, "Me gelek caran got, em careke din ji vir ji jinan re dibêjin: Dema ku jin li hev kom bûn, wê bi têkoşîna hevpar paşeroja ronahiyê ava bikin."
FEHÎME POYRAZ: DENÎZ A GELÊ KURD E
Dayika Denîz Poyraz Fehîme Poyraz jî got, "Denîz ne tenê Denîza min e. Denîz Denîza gelê Kurd e. Denîz diherike, Denîz ronahî ye. Hêvîdarim ev rêveçûn wê bibe wesîleya aştiyê."