Jinan ne astengî û ne jî gef naskirin

Li Êlihê jinan tevî astengiyên polîsan û gefan gav bi şûn ve neavêtinî 8’ê Adarê Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz kirin.

Jinên ku bi pêşengtiya Meclîsa Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xwestin bimeşin, ne qedexe û ne jî gefê polîsan nas kirin.

Bi sedan jinên ku Parlementera HDP’ê ya Êli9hê Feleknas Ûca, Hevşaredar Êlihê ya ku qeyûn danî cihê wê Songul Korkmaz , Meclîsa Dayikên Aştiyê jî di nav de xwestin heta Parka Atatûrkê bimeşin.

Jinên ku maskeyên li ser ‘Destpêkê Edalet’ li ser li xwe kiribûn polîsan dor li wan girtin.

Jinên ku li parkê erebane lê dan û govend dgerandin, piştre xwestin heta ber avahiya HPD’ê ya bajar bimeşin. Polîsan rê li jinan girtin û biryara Walîtiyê ya ‘qedexe ye’ nîşandan û rê li meşa jinan girtin.

JINAN ‘QEDEXE NAS NEKIRIN’

Jinan bi yek dengî dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ qîr kirin û astengî protesto kirin. Tevî gefa polîsan jî jinan qîrkirin dirûşman domandin, bi çepik û tilîliyan nerazîbûna xwe nîşan da.

Piştî demekê jinan bi dowîzên Ji qirkirina jinan re na” û "Azadiya me di tekoşina me da ye” dest bi meşê kirin. Di meşê de bê navber dirûşmên ‘Jin, Jiyan, Azadî’, ‘8’ê Adarê pîroz be’ û ‘Bijî 8’ê Adarê’ qîr kirin.

ÛCA: EM NATIRSIN, BERXWEDANÊ EMZIN BIKIn

Jinên ku heta ber derê avahiya HDP’ê ya bajar hatin li vir Parlementera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca 8’ê Adarê li jinan pîroz kir û got: “Em dibêjin jin jiyan e. Em ê berxwedana xwe mezin bikin. Em ji we natirsin, serî li ber we nadanin. Jin xwediyê vî bajarî ne. Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin.”

Piştî axaftina Ûca jinan bi dirûşim û çepikan pîrozbahiya xwe qedandin.