Jinan li Stockholmê banga boykotkirina Tirkiyeyê kirin

Komek ji jinên Kurd, li paytexta Swêd Stockholmê daketin qadan û bang kirin ji bo dewleta Tirk bê boykotkirin.

Jinan li kolana Drottningsgatanê bi pankarta bi nivîsa "Tirkiyeyê boykot bike" meşiyan û li ser komkujî û êrîşên dagirkeriyê yên bi destê dewleta Tirk tên kirin, belavok belav kirin.

Çalakiya jinên Kurd bala welatiyên Swêdê kişand û Swêdiyan diyar kirin ku divê Tirkiye bê boykotkirin.

Yek ji çalakgeran Ayşe Goktepe ji ANF'ê re axivî û got, "Çalakiya me gelekî bal kişand. Gelek Swêdî û biyanî hatin cem me û destek dan me. Gotin ku 'divê Erdogan û dewleta Tirk bên boykotkirin'. Kome ji tûrîstên ciwan ên Tirk jî hatin cem me û ji me pirsîn bê çima dixwazin Tirkiye bê boykotkirin. Me jî ji wan re qala binpêkirina mafên mirovan, zext û zordariyên dewleta Tirk kirin. Wan jî heq dan me û gotin ku wê deng nedin Tayyîp."

Goktepe bang li Kurdistaniyên li Swêdê dijîn kir ku bi awayekî çalak tevlî kampanya boykotkirina Tirkiyeyê bibin.