Jinan li ser Sûrên Amedê wêneyê Denîz Poyraz daliqandin

Jinên HDP’î, TJA û Komeleya Rosa li ser sûrên Amedê wêneyê Denîz Poyraz daliqandin.

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) wêneyeke mezin ê Denîz Poyraz bi nivîsa ‘Denîz Poyraz Namire’ li ser li sûrên Mardînkapi ya navçeya sûrê ya Amedê daliqandin.

Parlementerên HDP’ê Remziye Tosûn, Dîlan Dîrayet Taşdemîr û Sevîn Coşkûn li gel aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên Komeleya Jinan a Rosa tevlî çalakiyê bûn.

Jinên ku li ber sûran hatin ba hev, pankarta ku wêneyê Denîz Poyraz li ser dema ku xwestin daliqînin polîs bûn asteng. Jinên ku demek dirêj bi polîsan re muzakere kirin, gotin: “Denzî di encama qetlîamekê de hate kuştin, em ê vê pankartê li vir daliqînin.” Piştî hevdîtinan û şûnde polîsan gav bi şûnve avêt, jin ber bi sûran ve çûn û lê dîsa polîsan astengî derxistin.

Jinan dema ku wêneyê Denîz Poyraz daliqandin sembola serketinê nîşan da. Piştre jî jinan li ser çalakiya xwe daxuyaniyek da. Li ser navê jinan Parlemetnera Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr daxuyanî da û got ku wê têkoşîna jinê bibe her derê.

Piştre jî jinan bi yek dengî dirûşma ‘Em natirsin, hesab dixwazin’ û çepikan dawî li çalakiya xwe anî.