Jinan li Kolnê ji NY’ê re name şandin

Endamên Meclîsa Jinan a Viyan ya Kolnê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji Sekreterê Giştî yê NY’ê re name şandin.

Kampanya îmzeyan ya demek beriya niha ji aliyê Koma Xebatê ya Kurdan a Efrîqiya Başûr (KHARG) û Konfederasyona Sendîkayên Efrîqiya Başûr (COSATU) hatibû destpêkirin, didome.

Armanca kampanyayê ev e ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan name ji Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) Antonîo Guterres re bişînin. Di heftiyên bihorî de Meclîsa Jina a Viyan ya Kolnê ku di çarçoveya kampanya “100 sedem” de îmze kom kir, niha jî kampanya şandina nameyan ya ji bo NY’ê bi rê ve dibe.

Endamên Meclîsa Jinan îro li ber Postxaneya Wîenerplatzê hatin gel hev û beşek ji îmzeyên ku komkiribûn tevî tîlîlî û dirûşmeyan ji NY’ê re şandin. Berdevkên Meclîsa Jinan ragihandin ku şaxa Kolnê ya kampanya “100 sedem” armanca ku diyar kiribûn derbas û bi rengekî serkeftî qedandine û heya niha bi sedan îmze ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan kom kirine.