Li bajarê Hamburgê yê Almanyayê bi boneya 25’ê Mijarê Roja Tekoşîna li Dijî Tundiya li Hemberî Jinê, jinên Kurdistanê, Tirkiyeyê, Îranê, Efxanîstanê û Almanyayê li mitîngê gihan hev.
Di mitînga ku bi şîara “Em ji tundiya dijî jinê re bêjin raweste, ji bo aştiya cîhanê em tekoşîn bidin” ya li Hachmannplatzê ya Hamburgê gelek jin tevlîbûn.
Mitînga ku ji aliyê Platforma Hevpar ya Meclîsa Jinên Kurd ya Hambûrgê, Jinên Nû, ATÎK, ATÎF, Meclîsa Jinan ya Efxanîstanê, Courage, Komeleya Huner û Jinên Transkultur Şehrazat û Înîsiyatîfa Dayîkên Şemiyê jî di nav de hatî organîz kirin, tundiya li ser jinê bi pankartên hatine hilgirtin û slogana şermezar kirin.
Roza kaya li ser nave Meclîsa Jinan ya Hamburgê axaftinek kir û behsa dîroka 25’ê Midarê ya 52 salan kir û da zanîn ku, sîstema desthilatdariya zilam bi polîtîkayên qetilkirina jin û şer, ji bo mirovahiyê xeteriyekî mezin çêdikin.
Kaya da diyarkirin ku, piştî ku li welatên Ereb rejim hatin guhertin di aliyê jinan de jiyan hîn girantir lê hatiye. Kaya balkişand ser ku, di 10 salên dawî yên di bin desthilatdariya AKP’ê de tundiya lihemberî jinê ji sedê 1400 zêdebûye.
Nûnera meclîsê ku, li girtîgehên Tirk 68 rojan çalakiya birçîbûnê berdewam kir û jin jî di çalakiyê de bûn, ew piştgiriyê didin daxwazên wan, her wiha planên Tirkiyeyê yên ji Almanyayê fuzeyên patriot bigire û bicih bike jî rexne kir û banga ne şandina fuzeyan kir.
Di vê navberê de ji bo panela dê ji aliyê Meclîsa Jinan ya Hamburgê ve bê organîze kirin û Parlementera BDP’ê ya Amedê Nûrsel Aydogan û rojnamevan-nivîsakr Esra Çîftçî ya binavê ‘Jin û Tundî’ tevlî bibin, banga beşdarbûnê hate kirin. Panel dê 2’ê Kanûnê di demjimêr 14’an de li Zanîngeha Hamburgê pêkwere.