Jinan li Gîssenê 8’ê Adarê pîroz kirin

Jinan 8’ê Adarê li bajarê Gîessen a Elmanyayê pîroz kirin.

Çalakî ji aliyê Îtifaqa 8’ê Adarê ve hate organîzekirin. Çalakî bi meşê destpê kir û piştre jî mîtîngek hate kirin. Meş ji Patez Berlîner destpê kir. Di meşê de wêneyê Parêzer û Hevseroka Komeleya Mafê Mirovan Eren Keskîn û dîsa wêneyê Hevrîn Xelef a li Serê Kaniyê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk desteka wan dike ve hate qetilkirin hate hildan.

Meclîa Jinê ya Berçem jî bi rengê xwe tevlî çalakiyê bû.

Piştî meşê û axaftinên hatin kirin peyama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê hate xwendin. Çalakî bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî bû.